Rayedarekî navneteweyî: Belavbûna Kolêrayê li Sûriyê ji ber ava ne ewle ya çemê Firatê ye

NY’yê li ser belavbûna pandemiya Kolêrayê li Sûriyê hişyarî da, ku sedema wê ava vexwarinê ya ewle ye ku berpirsê wê dewleta Tirk a dagirker e ya ku ava çemê Firatê kêm kiriye û ava stasyona Elokê li ser Hesekê qut kir.

Rayedarekî navneteweyî: Belavbûna Kolêrayê li Sûriyê ji ber ava ne ewle ya çemê Firatê ye
13 îlon, 2022   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, nûnerê NY’yê li Sûriyê diyar kir ku belavbûna pandemiya Kolêrayê li gelek herêmên Sûriyê gefeke xeternak li ser Sûriyê û herêmê bi giştî çêdike û bang kir ku bi awayekî lez pêşî li vê pandemiyê bigirin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10’ê Îlonê de ragihand ku gelek rewşên Kolêrayê li Reqa û rojavayê Dêrazorê hatine tomarkirin û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Desteyê bang li rêxistinên navneteweyî, di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) kir ku pêdiviyên guncaw ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Kolêrayê pêşkêş bike.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran bang kiribû ku berdewamkirina girtina dergehê Til Koçer rewşa mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirabtir dike.

Hîna jî dergeh; Til Koçer girtî ye û derbasbûna alîkariyên mirovî qedexe ye, bi wê re zexteke mirovî li ser niştecih û penaberên li herêmên Rêveberiya Xweser çêdike.

Piştî ku Moskov û Pekîn destpêka 2020’an de li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li hember derbasbûna alîkariyên mirovî di dergehê Til Koçer re veto bi kar anîn, dergeh hate girtin. Lê belê dergehê Bab El Hewa vekirî ma. Wê yekê jî bi xwe re gelek pirs çêkirin , her wiha gelek bandorên wê yên xeternak li ser gelê Sûriyê bi giştî hene, ji ber ku di bin herêmên serweriya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye.

Derbaskirina alîkariyan tenê bi rêya dergehê Bab El Hewa û dergehên di bin kontrola hikumeta Şamê de, armanc dike ku alîkarî bikevin destê dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê. Li gorî raporên rêxistina Human Rights Watch (HRW), “ji destpêka aloziya Sûriyê ve hikumeta rejîma Esed siyaset û sazûmaniya qanûnî bi pêş xist ku bi wê yekê karibe alîkariyên mirovî ji bo fînansekirina sûcên xwe, cezakirina dijberên xwe û xelatkirina alîgirên xwe bi kar bîne. Hikumeta Şamê gihaştina wan rêxistinên alîkariyan ji bo civakên xizan asteng kir, tenê hin projeyên alîkariyan erê kir û beşdarbûna hin çalakgerên herêmî yên girêdayî şaxên xwe yên ewlehiyê di wan projeyan de, ferz kir.”

Koordînatorê NY’yê û koordînatorê kar û barên mirovî Omran Rêza bi daxuyaniyekê got: "Tê texmînkirin ku belavbûna nexweşiyê girêdayî berhemên ku bi ava qirêj tê avdan û vexwarina ava ne ewle ya çemê Firatê ye."

Mîna her carê, berpirsê navneteweyî behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên qutkirina ava çemê Firatê û kontrolkirina jêderên avê ku av dida nêzî 5 milyon sûrî ji Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta Helebê ya bakur rojavayê Sûriyê, nekir.

Rêveberiya Xweser ji ber kêmbûna ava çemê Firatê û qutkirina avê li ser bajarê Hesekê gelek caran hişyariya rûdana karesatan dabû û dewleta Tirk a dagirker berpirsê qutkirina avê li ser herêmê nîşan dabû.

Gerînendeyê rewşa awarte ya herêmî ya WHO’yê yê taybet bi herêma Rojhilata Navîn Richard Brennan got, “Ji 25’ê Tebaxê ve rêxistinê 8 kesên bi nexweşiyê mirine tomar kir; jê 6 li Helebê û 2 jî li Dêrazorê. Ev herêmê ava vexwarinê ji çemê Firatê werdigirin.”

Richard Brennan bi rêya telefonê ji Reutersê re got ev yekemîn rewşa Kolêrayê ye ku di salên dawîn de tê dîtin û got: “Belavbûna cografîk fikarên me çêdike, divê em zû bikevin tevgerê.”

Li gorî WHO’yê, beriya belavbûna Kolêrayê vê dawiyê ji ber krîza avê nexweşiyên wekî navçûyîn, kêmxwarin û nexweşiyên çermê li herêmê zêde bûn.

(fr)