2 çeteyên girêdayî serçeteyên refa yekemîn û duyemîn ên DAIŞ`ê hatin girtin

Di demekê de ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê dewam dike, yekîneyên taybet ên QSD`ê operasyoneke ewlehiyê li navçeya Holê li dar xist, di encamê de 2 çeteyên girêdayî serçeteyên refa yekemîn û duyemîn ên DAIŞ`ê yên ku veguhestina pereyan ji bo şaneyên DAIŞ`ê hêsan dikirin, hatin girtin.

2 çeteyên girêdayî serçeteyên refa yekemîn û duyemîn ên DAIŞ`ê hatin girtin
13 îlon, 2022   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi beşdarbûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî çalakiyek li dijî şaneya ku bi DAIŞ'ê re hevkar e, li dar xist .

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

''Yekîneyên taybet ên hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk, bi beşdabûna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî çalakiyeke ewlehiyê li bajarokê Holê yê li beramberî kampa Holê li dar xist. Di çalakiyê de kesên ku tên xwestin ên ku bi rêxistina DAIŞ a terorîst re hevkariyê dikin, hatin girtin.

Çalakî li beşa rojhilat ê bajarokê Holê hat lidarxistin. Di encamê de du kesên dihatin xwestin hatin girtin. Her du kes di hêsankirina veguhestina pereyan ji bo şaneyên DAIŞ a terorîst de çalak bûn û girêdayî serçeteyên refa yekemîn û duyemîn a rêxistina DAIŞ a terorîst bûn.

Mala her du endamên rêxistina DAIŞ a terorîst û nivîsgeha wan a veguhestina pereyan hatin kontrokirin û alav û belgeyên bi wan re hatin desteserkirin.

Çalakiya nû ji bo ziwakirina jêderên finansekirina rêxistina DAIŞ a terorê bû. Ev çalakî hemwextî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê pêk hat ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi desteka QSD û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo ewlekirina kampa Holê ya ku bi deh hezaran endamên malbatên rêxistina DAIŞ a terorîst ên ji nasnameyên cûda lê dimînin, hat lidarxistin.

Ev çalakiya hevbeş a bi Koalîsyona Navneteweyî re israra hêzên me zêde dike ku nehêlin şaneyên terorîst istiqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bikin û gefan li niştecihên sivîl û karmendên Rêveberiya Xweser û endamên hêzên ewlehî û leşkerî bixwin."