Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzerên rêber Ocalan serî li serdozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ku 17 meh in agahiyê jê nagirin, bi daxwaza hevdîtina bi muwekilê xwe re dîsa serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzerên rêber Ocalan serî li serdozgeriyê da
13 îlon, 2022   11:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Parêzerên rêber Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi muwekilên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

SERLÊDAN NAYÊN BERSIVANDIN

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekilê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji ber vê yekê, di 22’yê Mijdara 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê da. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’yê Cotmeha 2021’an de li Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir. Lê der heqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.

HERÎ DAWÎ DI 25’Ê ADARÊ DE BI TELEFONÊ PÊ RE AXIFTIN ÇÊBÛN

Ji parêzerên rêber Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û di 7’ê Tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin. Rêber Ocalan, yekemîn car karîbû di 27’ê Nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên der heqê rêber Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê Adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû zanîn ku axaftina wan di nîvî de hatiye qutkirin.