Li Hesekê tankereke avê şewitî: Ajokar birîndar bû

Li bajarê Hesekê tankereke avê şewitî û ajokarê wê bi giranî birîndar bû.

Li Hesekê tankereke avê şewitî: Ajokar birîndar bû
13 îlon, 2022   10:47
HESEKÊ

Li ser rêya di navbera Çerxerêya Agirkujiyê û Çerxerêya Sînaa ya bajarê Hesekê de, tankereke avê şewitî û ajokarê wê bi giranî birîndar bû. Ajokar rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê.

Hate diyarkirin ku dema ku ajokar motora tankerê temîr dikir, motor teqiya û şewat derket.

Tîmên parastina sivîl şewat vemirand û Hêzên Ewlekariya Hundir cihê bûyerê dorpêç kir.

Li gorî nexweşxaneyê navê ajokar Hanî Qaim Welîd (36) e. Bijîşkên nexweşxaneyê diyar kir kir ku birînên ajokar giran in û laşê wî ji sedî 80 şewitiye.

ANHA