​​​​​​​Zanîngeha Rojava şert û mercên serlêdanê yên sala xwendinê 2022-2023`ê eşkere kir

Zanîngeha Rojava ragihand ku wê sibe 13`ê Îlonê dest bi qeykirina xwendekaran li zanîngehê bike. Qeydkirin wê heta 22`yê Îlonê berdewam bike.

​​​​​​​Zanîngeha Rojava şert û mercên serlêdanê yên sala xwendinê 2022-2023`ê eşkere kir
12 îlon, 2022   14:34
QAMIŞLO

Komîteya Hevyazbarî ya Zanîngeha Rojava şert û mercên serlêdanê yên sala xwendinê 2022-2023`ê ragihand.

Serokê Navenda Hevyazbariyê ya Zanîngeha Rojava, Mihemed Şêxmûs ji ajansa me re wiha axivî: “Xwendekar ji sibe ve saet di 08:00`an de û heta saet 14:00`an dikarin navên xwe li hevyazbariya zanîngehên Rojava û Kobanê tomar bikin. Dem ji wan re vekirî ye heta 22`yê Îlonê.”

Şêxmûs diyar kir ku hevyazbariya îsal, ji sala borî cudatir e; ji ber ku sala borî berî ku xwendekar derbasî fakulteyê bibin di ezmûnan re derbas dibûn, lê îsal ew ezmûn hat rakirin.

Der barê fakulteyên heyî û yên ku dikevin nav hevyazbariyê de, Şêxmûs wiha anî ziman: “10 fakulte li Zanîngeha Rojava hene, di her fakulteyekê de jî beş hene, her wiha fakulteya Zanistên Siyasî ya ku îsal hat nûkirin jî heye.”

Şêxmûs destnîşan kir ku îsal peymangehên Peywendî, Mîkatronîk, Kompîtur û Endezyarî bûn fakulte.

Şêxmûs axaftina xwe wiha domand: “Di fakulteya Zanistên Teknolojî de 7 beş hebûn; Peywendî, Mîkatronîk, Kompîtur, Fîzîk, Kîmya, Zanyarî û Bîrkarî. Îsal beşa Biokîmya li fakulteyê zêde bû. Hinek beş hene dê hevyazbariyeke wan a duyemîn hebe.”

Di dawiya axaftina xwe de, Mihemed Şêxmûs ji xwendekaran re serkeftin xwest.

(mh)

ANHA