​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê xiyaneta PDK`ê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê ya yekser di êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd de şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê xiyaneta PDK`ê şermezar kir
12 îlon, 2022   14:02
 QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker û çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 5`ê Îlonê de li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê êriş bir ser komeke gerîla ku ji 5 şervanan pêk tê.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn, ji aliyên hêzên PDK`ê ve dîl hatin girin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Li hember vê êrişê, gelê herêmê nerazîbûna xwe nîşan dan. Di nav de Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ku bi daxuyaniyekê xiyaneta PDK`ê şermezar kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî daxuyaniya meclisê li pêşiya navenda wê ya li bajarokê Rimêlan xwend ku tê de ev yek hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker şerê xwe yê li dijî gerîla bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Hemwextî wê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam dike.

Ev êriş di çarçoveya têkbirina projeya demokratîk, şikandina vîna gelan û çewisandina nasnameya wan de, pêk hat.

Em hevkariya PDK`ê di vê êrişê de şermezar dikin, ev ajantî ye. Dewleta Tirk ajanên xwe yên di nav PDK`ê de bi kar tîne da ku projeyên xwe yên osmanî pêk bîne. Êrişa dawîn a li ser gerîla li herêma Xelîfanê, li ser vê delîl e ku di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 ji aliyê PDK`ê ve dîl hatin girtin. PDK`ê xiyaneta xwe berdewam dike û destkeftiyên Kurdistanê têk dibe.

Em soz didin şehîdên xwe ku têkoşîn û rêya wan temam bikin, hemû xayîn û ajanan eşkere bikin. Her wiha azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

(dm)

ANHA