Komîteya Hiqûqî ya Meclisa Jinan rêgezên bingehîn û qanûnên jinan gotubêj kir

Komîteya Hiqûqî ya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînekê de, rêgezên bingehîn û qanûnên jinan gotubêj kirin da ku çareseriyan pêşniyar bike û nexşerêya dozên civakî yên bingehîn deyne bi şêwazekê ku pêdiviyên pêvajoya heyî dabîn bike.

Komîteya Hiqûqî ya Meclisa Jinan rêgezên bingehîn û qanûnên jinan gotubêj kir
12 îlon, 2022   15:18
 QAMIŞLO

Di civîna ku li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar ketiye de nûnerên rêxistinên jinan ên kantona Cizîrê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hazir bûn.

Di civînê de endama Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Hesen axivî û behsa tundiya li ser jinan pêk tê, kir.

Mizgîn Hesen destnîşan kir ku tundiya li ser jinan ji aliyê pergalên herêmî û cîhanê ve pêk tê, nîşaneyên qirkirina jinan û civakê ye û wiha domand: “Jin herî zêde pê dihesin, dijîn û tê digihêjin wateyên wê. Ji ber wê xwe li seranserî cîhanê bi rêxistin dikin, çalakiyan li dar dixin. Bi hemû rêbazan li ser bingeha hişmendî û birêxistinkirina hevbeş li ber xwe didin û tê dikoşin.”

Mizgîn Hesen destnîşan kir ku dem hatiye hevpeymaneke civakî ya xurt bi pêşeniya jinan û hevbeşiya hemû beşên civakê pêk were da ku çareserî bên dîtin, nexşerêyek ji dozên civakî yên bingehîn re bê dayîn ku pêdiviyên pêvajoya heyî dabîn bibin.

Her wiha Mizgîn Hesen ev li gotinên xwe zêde kir: “Di kijan pêvajoyê de be, em qebûl nakin civak li gorî têkiliyên desthilatdarî were birêxistinkirin. Em bi vîna jina azad bawer in ku kilîta pergala têkiliyên rizgariyê, adil û wekheviyê di navbera jinan de û di navbera jinan û civakê de ye. Ev yek bi rêya xurtkirina rêgezên bingehîn ên azadiyê û berdewamkirina têkoşînê pêk tê.”

Der barê rêgezên bingehîn û qanûnên jinan ên ku Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxistiye de, Mizgîn Hesen got: “Jinan li ser sazkirina biryaran li hev kir da ku mafên jinan, azadiya wê, wekheviya bi mêran re di hemû qadan de pêk bîne, mafên xwe di sazkirina destûreke giştî ya Sûriyê de misoger bike û qanûnên li dijî jinan betal bike.”

Piştre Mizgîn Hesen rêgezên bingehîn ên ji 26 bendan pêk tê xwend: “Mafê jiyanê, pişaftin û qirkirin û koçberiya bi zorê wek sûcên li dijî mirovahiyê dibîne ku divê li hemberê bi hemû rêbazan tê bikoşe. Ji bo guhertina îdeolojiya li ser desthilata baviksalarî û zayendperestiyê ava bûye tê bikoşe. Vejandina mîrasa gelên demokratîk a komînal, mafê xwendinê bi zimanê dayîkê, sazkirina hevpeymana civakî ya jinan, çareserkirina dozên ekolojiyê.

Li rex wê pêşxistina zanistê ku li xwezaya jinan (jinelojî) digere, wekheviyê di navbera jin û mêran de di hemû qadan de pêk were ku ne kêmtirî ji sedî 50 be. Mafên jinan wekî yên mêran e di mijarê nasnameyê yan guhertina wê de. Rê li pêşiya tundiyê û zayendperestiyê were girtin. Ji mafê rêxistinên jinan e ku parastin û nûnertiyê bikin wek aliyeke bingehîn li dadgehan.

Peymanên zewacê yên sivîl, zewac tenê bi erêkirina her du aliyan be, wekhevî di mijarên mîrasê de, dayîkbûn nirxek û erkek exlaqî û civakî ye, misogerkirina naskirina rêveberiyên xweser û sivîl a girîngiya kar û xebatên jinan, pabendîkirina lihevkirina Cedaw, Stenbol û lihevkirinên NY`yê yên têkildarî jinan.

Qanûnên giştî bal dikşînin ser ev rêgezên li jor ku bi vîneke azad û hevbeş a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Meclisa Jinan, li ser hatiye lihevkirin. Teqezî bi pabendîbûna hemû jinan, tevgerên rizgariyê û hemû rêxistinên jinan ên partiyan, meclisên jinan, saziyên civaka sivîl û rêxistinên wê dike ku ji bo azadiya jinan tê dikoşin. Her wiha van rêgezan wek nexşerêyekê ji bo sazkirina qanûna sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihesbîne.”

ANHA