Rûspiyên eşîra Meşhûr: Armanca nêzîbûna Tirkiyê û Şamê têkbirina Rêveberiya Xweser e

Rûspiyên eşîra Meşhûr a Dêrazorê da zanîn ku nêzîbûn û civînên ku di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de çêdibin ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser in û got ew hemû komployên li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê red dikin ku rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Rûspiyên eşîra Meşhûr: Armanca nêzîbûna Tirkiyê û Şamê têkbirina Rêveberiya Xweser e
12 îlon, 2022   05:56
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Piştî ku nikarî timayên xwe di Sûriyê de û plana qirkirina Kurdan pêk bîne, dewleta Tirk a dagirker berê xwe da Şamê da ku wan planên xwe pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya saziyên xwe yên îstixbaratî gelek civîn bi hikumeta Şamê re li dar xistin da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û yekitiya pêkhateyên herêmê derbe bikin.

Der barê mijarê de ajansa me nêrînên rûspiyên eşîra Meşhûr a rojavayê Dêrazorê girtin. Rûspiyan da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser çareya yekane ya krîza Sûriyê ye, ji ber pêkhateyên herêmê kir yek û berjewendiyên gelên herêmê ji tevahî aliyan ve pêk anîn.

/ar/uploads/files/2022/09/11/184636_zaym-almhmwd.webp

Rûspiyê eşîra Meşhûr a rojavayê Dêrazorê Zeîm El Mehmûd wiha got: "Em êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û komployên ku hikumeta Tirk û hikumeta Şamê li dijî projeya Rêveberiya Xweser pêk tînin û nêzbûnên di navbera wan de jî şermezar dikin."

El Mehmûd wiha domand: "Sûriye yek e, parçekirinê qebûl nake, ger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be yan jî li tevahî Sûriyê be."

El Mehmûd ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk di vê demê de xwe ji hikumeta Şamê nêz dike. Armanca wê ji van nêzbûnan binxistina projeya Rêveberiya Xweser e. Ji ber dizane ew proje li ser plan û projeyên wê yên mêtingeriyê li herêmê xetereyeke mezin e."

El Mehmûd diyar kir ku ew rûspî û şêxên eşîrên li Dêrazorê bi tundî komployên dewleta Tirk û hikumeta Şamê yên li ser herêmê red dikin û wiha lê zêde kir: "Em destekê didin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û dê bi hev re ji bo serketina projeya Rêveberiya Xweser bixebitin."

/ar/uploads/files/2022/09/11/184654_mnswr-alshlaf.webp

Mensûr El Şelaf ku yek ji rûspiyên eşîra Meşhûr e, li ser nêzîkbûna dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re ev tişt got: "Armanc ji vê yekê derkirina penaberên sûrî ji Tirkiyê û vegerandina wan li Sûriyê ye. Her wiha heqaretê li gelek penaberan bikin, ji ber piranî penaberên çûne Tirkiyê lihevkirinên bi hikumeta Şamê re red kirin."

El Şelaf ev tişt pirsî: "Dewleta Tirk xwe bi hembêzkera gelê Sûriyê bi nav dikir, gelo ew hembêzker li ku ye? Niha jî dest bi koçberkirin û derxistina wan kiriye. Lê belê em dizanin ku dewleta Tirk rojekê jî nebû dostê gelê Sûriyê, lê li gorî berjewendiyên xwe yên mêtingeriyê li herêmê tev digere û cîhanê bi parastina sûriyan dixapîne."

El Şelaf destnîşan kir ku ji kevn de berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê hene, ji dema Lîwa Iskenderon dagir kiriye û di vê demê de jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, hewl dide gelek herêmên Sûriyê yên din dagir bike û mîna pêşiyên xwe yên Osmanî ta 400 sal herêm dagir kiriye.

El Şelaf daxuyand ku dewleta Tirk bi gelek rê û rêbazan şerê welatiyên herêmê dike ku xaka wan dagir bike, ya girîng jî qutkirina ava çemê Firatê ye ku krîzeke aborî ji welatiyan re çêkir.

Mensûr El Şelaf di dawiyê de wiha got: "Em dagirkeriya Tirk qebûl nakin û destekê didin hêzên xwe QSD’ê. Em dagirkeriya ku li ser pêşiyên me hate ferzkirin red dikin û nahêlin careke din li ser herêmê vegere û em ê bi hêzên xwe li hemberê bisekinin heta serkeftinê bi dest bixin."

(fr)

ANHA