Festîvala 7`an a Zarokan dest pê kir

Festîvala 7`an a Zarokan li kantona Qamişlo bi dirûşma “Parastina çanda civakê ji zarokatiyê dest pê dike” bi tevlêbûna 24 komên hunerî yên zarokan dest pê kir.

Festîvala 7`an a Zarokan dest pê kir
Festîvala 7`an a Zarokan dest pê kir
Festîvala 7`an a Zarokan dest pê kir
Festîvala 7`an a Zarokan dest pê kir
Festîvala 7`an a Zarokan dest pê kir
Festîvala 7`an a Zarokan dest pê kir
Festîvala 7`an a Zarokan dest pê kir
10 îlon, 2022   16:23
QAMIŞLO

Festîvala 7`an a Zarokan li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan dest pê kir. Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û bajarokê Rimêlan tev lê bûn.

Di festivalê de 24 komên hunerî yên zarokan ji bajar û navçeyên kantona Qamişlo ku ji 250 zarokên temenê wan di navbera 6 û 18 saliyê de ne pêk tên, beşdar in.

Di destpêka festîvalê de, endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Civîn Xelîl axivî û got: “Em festîvalê bo giyanê zarokên şehîd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin û destnîşan dikin ku bi rêya çand û stranên xwe em girêdana xwe bi axa xwe rave dikin.”

Festîval bi pêşandana berhemên hunerî ji aliyê komên Hîlala Zêrîn, Dar Naûm, Şehîd Viyan Soran, Şehîd Bawer, Şehîd Serhed û Koma Deng Da ve berdewam kir.

Her wiha koma Ceza, Xirbet Bîr, Şehîd Dîlan berhemên xwe yên têkildarî govendê pêşandan.

Di dawiya roja yekemîn a festîvalê de, şanoyek bi navnîşan “Koçberî” ji aliyê koma Zarokên Aştiyê ve hate pêşandan.

Li gorî Komîteya Amadekar, festîval dê sibe bi pêşandana gelek berhemên din bi dawî bibe.

(dm)

ANHA