Ciwan Mistefa: Rewş di bin kontrolê de ye û desteyê hemû tedbîrên pêwîst girtine

Piştî ku hate ragihandin gelek kes bi nexweşiya Kolêra ketiye, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got desteyê hemû tedbîrên pêwîst girtine û rewş di bin kontrolê de.

Ciwan Mistefa: Rewş di bin kontrolê de ye û desteyê hemû tedbîrên pêwîst girtine
10 îlon, 2022   15:43
 NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10`ê Îlonê de ragihand ku gelek kes li Reqa û rojavayê Dêrazorê bi Kolêra ketine. Her wiha destnîşan kir ku desteyê tomar kir ku ji ber vê nexweşiyê 3 kesan jiyana ji xwe dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got: “Li rojavayê Dêrazorê hejmara herî zêde ya pêketiyên kolêrayê heye.”

Der barê sedemên belavbûna nexweşiyê de Mistefa got: “Li gorî nirxandinên pêşîn, nexweşî ji ber vexwarina ava ne pak der ketiye.”

Mistefa diyar kir ku heta niha sedemên belavbûna vê nexweşiyê tesbît nekirine û da zanîn ku desteyê lêkolînên xwe di vî warî de didomîne.

Her wiha Mistefa eşkere kir ku rewş di bin kontrolê de ye û desteyê gelek tedbîrên pêwîst girtin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Desteyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê gelek tedbîrên xweparastinê girtine.”

Mistefa daxuyand ku pêketiyên kolêrayê niha li nexweşxaneya Kesra ya li gundewarê Dêrazorê tên dermankirin û dê di saetên bê de nexweşên ku çêbûne, ji nexweşxaneyê derxin.

Mistefa teqezî bi pêwîstiya pêkanîna tedbîrên xweparastinê, naskirina jêderên ava vexwarinê û şûştina sebzeyan bi klorê kir.

Di dawiyê de Ciwan Mistefa bang li hemû rêxistinên navneteweyî di serî de WHO`yê kir ku desteka pêwîst pêşkêş bike.

(dm)

ANHA