`Em ê piştgiriya hêzên leşkerî bikin û dagirkeran biqewtînin`

Beşdarên çalakiya konvedanê piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî re û berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan heta derxistina dagirkeran destnîşan kirin û gotin divê dewletên herêmî helwestekê li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê nîşan bidin.

`Em ê piştgiriya hêzên leşkerî bikin û dagirkeran biqewtînin`
10 îlon, 2022   14:58

Çalakiya konvedanê ya ku Hêzên Parastina Civakî (HPC-J) bi koordîneya Kongra Star di 12`ê Tebaxê de li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişlo li dar xistiye, di roja 30 de berdewam dike.

Îro endamên HPC`ê yên Kobanê û navçeya Til Birakê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endama HPC-Jin Şeyma Ehmed axivî û got: “Em bang li nûnera edalet û mafan; NY`yê dikin ku bi kijan heqî hêzên terorîst me dikujin û hûn jî tu helwestî nîşan nadin.”

/ar/uploads/files/2022/09/10/143349_shymaa-ahmd.webp

Şeyma Ehmed soza berdewamkirina têkoşînê li hember dagirkirina û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

/ar/uploads/files/2022/09/10/143333_khlyl-nasan.webp

Endamê HPC`ê yên Kobanê Xelîl Nasan jî axivî û got: “Em li vir in ji bo dengê xwe bigihînin cîhanê ku em ê li ber xwe bidin. Me li ber xwe daye û heta vê kêliyê bi hezaran şehîd û birîndar dane. Divê dewletên herêmî helwesteke cidî li hember êrişên li ser herêmê nîşan bidin.”

Nasan wiha domand: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê DAIŞ`ê kir ku diniya û alem hesab jê re dikin. Gelê me li hember hêza herî terorîst li cîhanê li ber xwe da û hîna li ber xwe dide. Vî gelî gelek fedakarî kir û hîna dike. Lê dîsa jî em dibêjin em aştîxwaz in.”

Xelîla Nasan di dawiyê de got: “Em ê piştgiriya hêzên leşkerî bikin û ta pêkanîna serkeftinê dê têkoşînê û rêya şehîdan berdewam bikin.”

(dm)

ANHA