Li Derayê aloziya ewlehiyê didome

Li bajarê Derayê alozî û tevliheviya ewlehiyê dewam dike. Di rojekê de li herêmên "lihevkirinê" kesek hate kuştin, 9 kes jî birîndar bûn.

Li Derayê aloziya ewlehiyê didome
10 îlon, 2022   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja şemiyê, çekdarên nenas ku li motorsîkletekê siwar bûbûn, li Meydana Besra ya li bajarê Dareyê, bi çekên sivik êrişî dewriyeya polîsan a hêzên hikumeta Şamê kir, di encamê de şer û pevçûn di navbera endamên dewriyeyê û êrişkaran de derket.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama şer û pevçûnan de êrişkarek birîndar bû, paşê ew ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Ji aliyekî din ve, li taxeke bakurê bajarê Derayê di navbera çend ciwanan de şer û pevçûn derket. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li bajarokê Newa yê li rojavayê Derayê, kesên nenas gule li dawetekê reşandin, di encamê de welatiyek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li Derayê kuştin û suîqast gelekî zêde bûne, ew jî piştî ku hikumeta Şamê herêm xiste bin serweriya "lihevkirinan". Ev yek sîstbûna lihevkirinên ku berê li ser herêmê ferz kiribûn, îsbat dike ku ji bilî kaosa ewlekarî û hêrsa gel li dijî desthilatdariya wê, tiştekî din bi xwe re neanî.

Çavdêrên rewşa Sûriyê di wê baweriyê de ne ku "lihevhatin" çi qas domdar bin jî çareseriyeke rasteqîne pêk naynin, ji ber ku nakokiyên di navbera hikumet û gel de çareser nakin.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka vê salê ve, hejmara êrişên li Derayê, gihaştiye 375'an ku hemû bi rê û rêbazên cuda hatine pêkanîn. Di encamê de 315 kesan ku piraniya wan sivîl in, endamên hêzên hikumeta Şamê û hevkarên wan  û endamên "lihevhatinan" hatin kuştin.

(hs)