​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Helebê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê 6 ​​gundên Idlibê û gundewarên Helebê topbaran kirin.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Helebê topbaran kirin
10 îlon, 2022   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê ji baregehên xwe yên gundên Kefer Taal û Tedîl ên li rojavayê Helebê herêma "kêmkirina şer" bi obusan topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi obusan gundên Bênîn, Dêr Sinbul, El Bare û Filêfîl li Cebel El Zawiyê yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Duh (în) çeteyên ‘El Fetih El Mubîn’ baregeheke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ya li eniya Besrtûn a li rojavayê Helebê kir armanc. Di heman demê de, hêzên hikumeta Şamê yên li devera Corîn a li bakurê rojavayê Hemayê bi cih bûne jî, gundên El Enkawî, El Ziyare, El Sermaniyê li deşta El Xab ên li bakurê rojavayê Hemayê û gundên Xaniye û Şêx Sindîyan ên li rojavayê Idlibê û girên Kebana yê li bakurê Lazqiyê bi obusan topbaran kirin.

(hs)