​​​​​​​Şehîd Pêngava Mirovî û Ewlehiyê Udey Cinêdiye hate oxirkirin

Şehîd Udey Cinêdiye ku 8`ê Îlonê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê de li kampa Holê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îqab El Eswed a Til Koçerê hat veşartin.

​​​​​​​Şehîd Pêngava Mirovî û Ewlehiyê Udey Cinêdiye hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Pêngava Mirovî û Ewlehiyê Udey Cinêdiye hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Pêngava Mirovî û Ewlehiyê Udey Cinêdiye hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Pêngava Mirovî û Ewlehiyê Udey Cinêdiye hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Pêngava Mirovî û Ewlehiyê Udey Cinêdiye hate oxirkirin
10 îlon, 2022   11:53
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê yên kantona Qamişloyê cenazeyê şehîd Ehmed Ebas Mitêran (Udey Cinêdiye) ku şervanê QSD’ê bû, ji Qada Azadî wergirt û ber bi Goristana Şehîd Îqab El Eswed a Til Koçerê ve çûn.

Li goristanê ji fermandarên QSD`ê Mihyedîn Xêrika axivî û got: "QSD ji destpêka damezirandinê ve li dijî hemû komên terorîst ên bi navên cuda ku dewletên zilhêz nedikarîn li dijî wan bisekinin, şer kir. Ewladên vê herêmê teror têk bir.”

Mihyedîn Xêrikê soza parastina gel û misogerkirina ewlehiyê da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Şêxe Resûl jî axivî û îşaret bi têkoşîna şehîdan ji bo dabînkirina ewlehî û îstiqrara herêmê kir.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşman hat veşartin.

(eh)

ANHA