Desteya Tenduristiyê: 3 welatiyan bi kolêrayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 3 welatî bi nexweşiya kolêrayê jiyana xwe ji dest da û got, ev nexweşî zêde li Reqa û rojavayê Dêrazorê belav bûye.

Desteya Tenduristiyê: 3 welatiyan bi kolêrayê jiyana xwe ji dest da
10 îlon, 2022   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser rûpela xwe ya facebookê ev tişt got: "Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku nexweşiya kolêra li Reqa û rojavayê Dêrazorê pir belav bûye. Her wiha desteyê  ragihand ku 3 kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da."

Desteyê bang li rêxistinên navneteweyî, di serî de WHO’yê kir ku destekê bidin da ku rê li ber  berbelavbûna kolêra bê girtin.

(fr)