​​​​​​​Endamên saziyên sivîl ên Dêrazorê: QSD’ê nûnertiya me dike

Endamên saziyên sivîl ên gundewarê Dêrazorê destnîşan kirin ku ew ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk li kêleka QSD’ê bin û gotin: "QSD'ê nûnertiya me dike.''

​​​​​​​Endamên saziyên sivîl ên Dêrazorê: QSD’ê nûnertiya me dike
10 îlon, 2022   04:23
DÊRAZOR – SAMIR EL EZÎZ

Dewleta Tirk a dagirker di nav bêdengiya civata navneteweyî û hikumeta Şamê de êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî didomîne.

'EM Ê DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN'

Der barê vê yekê, endama Meclisa Gel a bajarokê Hecînê, Xîtam Hido wiha axivî: “Tirkiyê hewl dide xaka me ya ku me bi xwîna şehîdên xwe ji terora DAIŞ’ê rizgar kiriye û tê de bi aramî dijîn, dagir bike.”

Xîtam Hido piştgiriya xwe bi QSD û YPJ'ê re anî ziman û got: “Em jinên Dêrazorê diyar dikin ku em ê li kêleka QSD û YPJ’ê bin û destkeftî û aramiya ku me bi dest xistine biparêzin.”

Xîtam Hido bal kişand ser planên li ser herêmê têne kirin û wiha domand: “Ji ber planên dagirkeriya Tirk ên li dijî me, em hîn di rewşa şer de ne. Lê em soz didin şehîdên xwe ku xaka xwe ya ku bi xwîna wan a pak hatiye rizgarkirin biparêzin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Xîtam Hido got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê nikaribin astengiyan li pêşiya me deynin û nikarin îradeya me têk bibin, ji ber ku em xwedî îrade ne û em ê xaka xwe biparêzin.”

'EM BI QSD'Ê RE NE'

Her wiha, hevserokê Komîteya Aborî ya Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê, Ebdurehman El Dixêfic wiha axivî: “Rojane dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me bi balafirên bêmirov ên biçek û topan êrişan pêk tîne û fermandarên hêzên me, hêzên QSD’ê yên ku xaka me ji DAIŞ’ê rizgar kirin, hedef digire.”

El Dixêfic banga piştgiriya bi QSD'ê re û anî ziman ku QSD'ê bendeke asê û nûnerê rewa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. El Dixêfic wiha domand: "QSD’ê me diparêze û nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji ber wê jî divê em li kêleka wê bin, wê em ji terora DAIŞ’ê rizgar kirin. Em jî wek eşîrên Dêrazorê piştgiriya xwe ji QSD’ê re diyar dikin ji ber ku ew parêzvana xaka me ye.”

El Dixêfic îşaret pê kir ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê têkçûna wê nîşan dide û got: "Êrişa ku hikumeta dewleta Tirk a dagirker dixwest li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne bi bin ket, ji ber ku mafê wê yê dagirkirina xaka me tune ye û ji ber nerazîbûna civata navneteweyî.”

El Dixêfic da zanîn ku lihevkirinên di navbera hin dewletên hegemonîk de nîşana îflasa wan e û destnîşan kir ku ev lihevkirin û peyman li hember berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya wî ji QSD’ê re, têk çûn.

El Dixêfic wiha axaftina xwe domand: “Bersiva QSD’ê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê mafekî rewa ya xweparastinê ye. Li hemberî êrişên Tirkiyê em piştgiriyê didin QSD'ê.”

Di dawiya axaftina xwe de El Dixêfic bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û got: "Gelên herêmê  ji ber rêxistinên terorîst re gelek zehmetî kişandin. Her êrişek li ser herêmê ji bo vejandina terorê û vegerandina fikirê tundraw li herêmê ye."

 (mh)

ANHA