​​​​​​​Lêkolînerên Ereb: Hevbendiya erebî-kurdî dê hemû herêmê biparêze

Pispor û lêkolînerên Ereb diyar kir ku timayên dewleta Tirk ên li herêmê tevî hewldanên wê yên lihevkirina bi hikumetên herêmê re, dewam dikin û li hember vê yekê hevbendiya erebî-kurdî dê tevahiya herêmê biparêze.

​​​​​​​Lêkolînerên Ereb: Hevbendiya erebî-kurdî dê hemû herêmê biparêze
10 îlon, 2022   01:30
QAHÎRE-MIHSIN EL MISRÎ

Dewleta Tirk di dirêjahiya salên derbasbûyî de destwerdana dewletên herêmê kir, nexasim piştî "Bihara Erebî" û li van dewletan ji bo kontrol bike, piştgiriya îslama siyasî kir.

Siyasetên dewleta Tirk ên li herêmê hemû pêkhateyan dike armanc, bi wê re gelek kesayet, partî û hebûnên li herêmê li dijî xetereyên hevbeş banga yekitiya van pêkhateyan bikin.

'QELSIYEKE SIYASÎ YE'

Şîrovekarê filistînî Mihemed Ebû Mihadî diyar kir ku timayên berfirehkirina rûbera dagirkeriyê yên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li welatên Ereban, tevî danûstandina Tirkiyê-Îmarat-Siûdiyê û heta astekê jî bi Misirê re jî lê nehatine rawestandin.

Ebû Mihadî ji ajansa me re diyar kir ku heta demeke nêzîkî jî Erdogan gefên êrişkirinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwar, her wiha ew ê bi kûrbûna 30 kîlometreyan jî dîwar li ser sînorê Sûriyê ava bike ku di bin kontrola wî de be. Li aliyekî din jî hêzên wî herêmên bakurê Iraqê topbaran dike û zarok û jinan dike qurban. Mînaka wê jî ûbûyera li parêzgeha Dihokê ya Iraqê û hebûna hêzên Tirkiyê li Lîbyayê ku li Terablusê û herêmên din ên Lîbyayê piştgiriya milîşan dike.

Li gorî Ebû Mihadî Erdogan li hundirê Tirkiyê û derveyî wê sûcên li dijî kurdan dewam dike û hewldana çemberkirin û qedekirina çalakiyên wan ên siyasî dike. Lewma yesa û qanûnên AKP`ê û MHP‛ê li gorî wan tev geriya ragihandin.

Ebû Mihadî destnîşan kir ku rejîma erebî ya fermî heta ku van êrişên li ser serdestiya gelek welatên erebî şermezar dike jî, lê ji diyarkirina çareseriyên van sûcan bi dawî bike yan jî sînordar bike kêm me. Heta hin welatên Ereban dosya nakokiya bi Tirkiyê re bêyî ku garantiyê ji Erdogan werbigirin ku ew ê êrişî serdestiya tu welatên erebî neke, girtin. Ebû Mihadî anî ziman ku karîbûn ev yek ji bo bicihanîna têgehên çarenûsa hevbeş û ewlehiya neteweyî ya erebî pêk bianya.

Lêkolînerê filistînî pêşbîn dike ku qelsiya erebî ya fermî bi sedema gelek faktorên siyasî û aborî hîn jî dewam dike, ev jî hewcedariya bi aktîfkirina zexta gelerî û xebata hevbeş a li ser bingeha parastina maf û dîroka hevbeş a di nav Ereb û kurdan de zêdetir dike, her wiha divê destwerdanên Tirkiyê yên di kar û barên hundirîn ên welatên ereban de were redkirin û li dijî siyaseta helandina etnîkî ya li ser kurdên li welatên ereban were rawestandin ku parastina wan berpirsyartiyeke civakî-exlaqî ye.

Ebû Mihadî anî ziman ku hebûna komîteyên erebî-kurdî ku mafan biparêze û li dijî hemû awayên êrişên derve û talankirina xêr û bêra erebî bisekine, pir girîng e, xwedî feyde û bandoreke siyasî-tirkumanî ye. Her wiha nêrîna hikumetên erebî yên bi rejîma Tirk re diguhere yan din jî herî kêm di hundirê civakên erebî-kurdî de nêzîkatiyek çêdibe ku li pêşberî gefên derve berjewendiyên nîştimanî û neteweyî diparêze.

'FAKTORÊN NÊZÎKBÛNÊ'

/kr/uploads/files/2022/09/09/174640_-.webp

Berdevkê Lîwaa El Şemal El Dîmokratî Mehmûd Hebîb diyar kir ku hebûna hevalbendiya erebî-kurdî dikare di qada siyasî ya herêmê de gelek guhartinan pêk bîne, lê rewşa heyî vê yekê piştrast nake.

Hebîb destnîşan kir ku di halê hazir de gelek faktor dihêlin hevbendiya erebî-kurdî çênebe, ji wan gelek dewletên ereban ne xwedî biryar in ji ber ku ji aliyê siyasî ve girêdayî hevbendiyên herêmî-navneteweyî ne û wan neçar dike ku li hemberî bûyerên li herêmê tu helwestan nîşan nedin.

Hebîb diyar kir ku zimanê lihevhatinê ji zimanê heqiyê û erkê bilindtir e û wiha dewam kir: "Dewletên ereban li gorî berjewendiyên xwe siyasetên xwe diyar dike, lewma navnîşana wê ya siyasî ber bi berjewendiyên wê ve yan jî nêrîna wan ve diçe."

Hebîb got dewletên erebî ew ê derveyî daîreya bandora herêmî be heta ku tê bigihêje ku berjewendiya wê di hevbendiya bi hêzên kurdî re ye ku tenê wê demê dikare bandorê li hevsengiyên nakokiyên li herêmê bike û li dijî destwerdanên Tirkiyê bisekine.

'RAKIRINA NEYNÛKÊN TIRKIYÊ'

/kr/uploads/files/2022/09/09/174605_-.webp

Çalakvanê siyasî yê misirî Ehmed El Enanî got hevbendiya erebî-kurdî ger pêk were ew ê bandorê li îstiqrara herêmê bike her wiha ew ê ji pêşîlêgirtina berfirehkirina timayên dewleta Tirk ên li ser xaka erebî re jî, bibe bersiv.

El Enanî da zanîn ku ger hevbendiya erebî-kurdî misoger bibe ew ê li herêmê neynûkên Tirkiyê rake û rê li pêşiya destwerdanên wê yên li Sûriyê û Iraqê bigire, her wiha rê li pêşiya êrişên artêşa Tirk li bakurê Sûriyê yan jî Iraqê bigire.

El Enanî ku li Misirê fermandarekî Partiya Humat El Weten e got: "Daxwazeke erebî heye û dibe di pêkanîna lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û kurdan de ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike, muhtemel e Qahîre navbeykariyê bike ku wan bigihîne hev û dawî li binpêkirinên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê bîne."

El Enanî da zanîn ku yekane pêşîlêgirtina kiryarên Tirkiyê yên li herêmê, ew e ku hevbendî pêk were heta ne tenê di navbera hêzên kurdî de, lê belê di navbera hemû niştecihên herêmê de ji Kurd û Ereb ku bikarin bi hev re li dijî timayên Tirkiyê bisekinin.

(eh)

ANHA