​​​​​​​Dagirker bi çekên giran navenda Zirgan û gundewarên wê topbaran dikin-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran Zirgan û gundewarên wê topbaran dikin, hemwextî jî wê balafirên bêmirovî li asîmanê herêmê digerin.

​​​​​​​Dagirker bi çekên giran navenda Zirgan û gundewarên wê topbaran dikin-HATE NÛKIRIN
9 îlon, 2022   09:40
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda Zirgan, gundên Esediyê, Niwêhat, Dadaebdal, Bobî, Xirbetşixîr, Til Werd û Rebîat bi çekên giran topbaran dikin

2 moşek li navenda navçeyê ketin, hemwextî wê balafirên bêmirov li asîmanê herêmê digerin.

Nûçegihan tu agahiyên zêde li ser topbaranê nedan.

(fr)

ANHA