Dagirkeriya Tirk 13 welatî ji Efrînê revandin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 13 welatî, di nav de ciwan, di hefteya borî de jig und û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Dagirkeriya Tirk 13 welatî ji Efrînê revandin
9 îlon, 2022   09:38
ŞEHBA

Ji rêzesûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyên Kurd ên li Efrînê mane, dagirkeriyê gelek welatî ji navçeyên Cindirêsê û Şêrawayê hatin revandin.

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku leşkerên Tirk li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li 3 ciwanan navçeya Cindirêsê da, ciwaneke din jî revandin û radestî çeteyên bi navê "Têkoşîna li dijî terorê" kirin.

Li gorî heman çavkaniyan navên kesên hatine revandin wiha ne; Izedîn Reşîd (17) ji gundê Hemamê yê Cindirêsê, Silava Eyûb Îsa (27) ê ji taxa Zêdiyê ya navenda Efrînê, Nûredîn Emîn (16) ê ji gundê Birc Ebdala yê Şêrawayê û Mihemed El Îsa (17) ê ji heman gundî.

Çeteyên "Polîsên Sivîl" ên dagirkeriya Tirk welatiyê bi navê Feysel Hesen El Mihemed (39) ji taxa 16 a navenda Cindirêsê revand.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Heyet Tehrîr El Şamê 2 welatî ji gundên Kibêşîn û Fafirtînê yên Şêrawayê revandin û wiha ne; Mihemed Ehmed Ebdo ji Kibêşînê û Xelîl Henîf Kehfano yê ji gundê Fafirtînê.

Her wiha çeteyên "El Hemzat " 6 welatî ji gundê Basûtê yê Şêrawayê revandin; Mehmûd Ehmed, Mihemed Elî, Yûsif El Qasim, Xelîl Îbrahîm, Cuma Seydo û Merwan Seydo û ber bi cihekî nediyar ve birin.

(fr)

ANHA