Bi dîmen û wêne roja 15`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê

Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 2 çeteyên ku hewl didan ji kampê birevin hatin girtin. Her wiha diravên tirkî, cebilxane û telefon hatin desteserkirin.

Bi dîmen û wêne roja 15`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê
Bi dîmen û wêne roja 15`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê
Bi dîmen û wêne roja 15`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê
Bi dîmen û wêne roja 15`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê
8 îlon, 2022   17:46
HESEKÊ

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de li kampa Hol ragihandiye, didome.

Di roja 15`an a pêngavê de, hêzê di xebatên lêgerînê de 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin ku hewl didan ji kampê birevin.

Her wiha di beşa 5`an a koçberên Sûriyê de çenteyeke leşkerî, roketa RBG, powerbankên bidestan hatine çêkirin, diravên tirkî û guleyên klaşînkov desteser kirin.

Hêzê gelek telefonên şikandî, binaxkirî û dermanên qedexekirî dîtin.

Nûçegihanên me roja 15`an a pêngavê bi dîmen û wêneyan şopandin.

Xebatên lêgerînê di kampê de berdewam in.

(dm)

ANHA