Li Reqayê Kongreya 3`yemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşger dê bi ser kevin” kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist. Beşdarên kongreyê, berxwedana şehîdan ji bo rizgarkirin û parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û teqezî bi parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Li Reqayê Kongreya 3`yemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan li dar ket
8 îlon, 2022   16:06
REQA

Di kongreya ku li hola Mişwar li dar ketiye de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqa, endamên Meclisa Sivîl a Reqa, Meclisa Leşkerî ya Reqa, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyan beşdar bûn.

Di destpêka kongreyê de, şêwirmenda Meclisa Sivîl a Reqayê Lala Şîn axivî û got: “Em bejna xwe li ber fedakariyên şehîdên xwe ditewînin ku bi saya wan em gihaştin vê azadiyê.”

Lala Şîn wiha berdewam kir: “Bi berxwedana gelê ku tiştên herî giranbiha pêşkêş kirin, êrişker ji herêmê hatin derxistin û serkeftin pêk hat.”

Lala Şîn ev li gotinên xwe zêde kir: “Cenga ku Reqa li ser dijmin bi ser ketî û ji bo wê bi hezaran ciwanên xwe feda kir, ev berxwedan ji berê ve heye lê îro bi saya fikrê rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên şehîdan bû yek. Ev fikr, fikrê yekitiya gelan û pêkhateyan e.”

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê Farûq El Maşî axivî û lidarketina kongreyê li malbatên şehîdan pîroz kir.

El Maşî hêzên leşkerî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir ku ji bo parastina ewlehiya herêmê bi şev û roj li ber xwe didin.

Her wiha El Maşî balkişand ser rola jinan di şoreşê de û got: “Di rizgarkirina herêmê de jinên kurd roleke mezin lîst ku hêz da jinên ereb da ku cihê xwe di hemû qadên rêveberiyê de bigirin.”

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysel El Salim jî axivî û wiha anî ziman: “Em deyndarên xelkê xwe yê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ne ku ji bo rizgarkirina herêmê ciwanên xwe feda kirin. Bi vê xwîna ciwanên Reqa û yên wan têkil hev bûn.”

El Salim di dawiyê de soza şopandin û berdewamkirina rêya şehîdan ber bi azadiyê ve da.

Paşê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Îsa û Ebdulkerîm El HIsên raporên salê û malî yên meclisê xwendin.

Meclisa Malbatên Şehîdan rewşa rêxistinî li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî nîqaş kir.

Tê payîn ku meclis, sazûmaniya xwe biguhere.

(dm)

ANHA