Li kampa Holê: Heşwa roketa B7, pereyên tirkî û gule hatin dîtin

Di encama berdewamkirina Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 15`an de pereyên dewleta Tirk û DAIŞ`ê, guleyên çeka klaşînkov, çenteyên leşkerî, powerbankên bi destan hatine çêkirin, heşwa roketa B7, telefonên şikandî bi awayekî veşartî hatin dîtin.

Li kampa Holê: Heşwa roketa B7, pereyên tirkî û gule hatin dîtin
Li kampa Holê: Heşwa roketa B7, pereyên tirkî û gule hatin dîtin
Li kampa Holê: Heşwa roketa B7, pereyên tirkî û gule hatin dîtin
Li kampa Holê: Heşwa roketa B7, pereyên tirkî û gule hatin dîtin
8 îlon, 2022   15:52
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 15`mîn de bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ`ê li kampa Holê didome.

Bi awayekî gelek baldar hêzên di pêngavê de cih digirin xebatên lêgerînê pêk tînin. Nûçegîhanên me pêngavê kêlî bi kêlî dişopînin.

Li gorî nûçegîhanên me di encama baldariya şervan û endamên hêzên ewlekariyê de îro di beşa 5`an a kampê ya koçberên sûrî, çenteyên lêşkerî, heşwa(parastin) roketa B7, powerbankên bi destan hatine çêkirin pereyên dewleta Tirk û DAIŞ`ê û guleyên çeka klaşînkov hatin dîtin.

Her wiha gelek telefonên ku kertên wan jê hatine derxistin û  bi awayekî şikandî û binaxkirî hatin dîtin. Gelek dermanên tenduristî yên qedexekirî jî hatin desteserkirin. Xwediya van alavan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat girtin. Gelek lênûskên ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê perwerde ser didan hatin dîtin.

Pêngav heya van kêliyan didome.

ANHA