2 çeteyên ku hewl dan birevin hatin girtin

Di beşa 5`an a kampa Holê de 2 çeteyên ku hewl dan birevin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

2 çeteyên ku hewl dan birevin hatin girtin
8 îlon, 2022   14:47
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di rojan 15`an de bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bipiştgiriya QSD, YPG û YPJ`ê berdewam dike.

Îro di encama baldariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 2 çeteyên ku hewl didan birevin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin.

Pêngav heya van kêliyan didome.

ANHA