Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê: Derdora 2 milyon darên zeyûtnê li Efrîna dagirkirî hatine qutkirin

Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî xwezaya herêmên dagirkirî û qutkirina daran şermezar kirin û bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildar kirin ku van sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê: Derdora 2 milyon darên zeyûtnê li Efrîna dagirkirî hatine qutkirin
8 îlon, 2022   14:31
REQA

Endamên Nivîsgeha Hawîrdorê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweser li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê daxuyaniyek da û tê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xwezayê û êrişên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin.

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mîdya Bozan daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye: “Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrîn sala 2018`an dagir kirine ve, rewşa cotkaran aloztir bûye. Nexasim ku piraniya wan ji malên xwe koçber bûn.

Her carê navê dara zeytûnê tê gotin, yekser navê herêma Efrînê tê bîra me ku êdî navê wê bi navê vê dara pîroz hatiye girêdan. Ji ber ew dar li deşt û çiyayên Efrînê yên berhemdar bi berfirehî hatine çandin.

Li gorî endezyariyên çandiniyê û pisporên aborî, li Efrînê derdora 22 milyon darên zeytûnê hene ku berhemên wan digihêje 270 hezar ton zeytûn yanî derdora 55 hezar ton zeytê zeytûnê.

Lê ji dema ku hatiye dagirkirinê ve, êriş li dijî mal û milkên giştî û taybet zêde bûn. Tevî ku jêdera debara gelek şêniyan e û qutkirina wê zirarê dide hawîrdor û çandiniyê, lê dagirkeran ji 2018`an ve derdora 2 milyon darên zeytûnê qut kirine.

Dema ku dewletên Ewropayê li hember guhertina avhewayê planan çêdikin da ku hawîrdorê ji qirêjbûnê biparêzin ku bi awayekî neyînî bandor li gelek beşan dike, dema ku cîhan û NY di biryar û civînên xwe de, dewletan neçarî pabendîbûna bi biryarên têkildarî hawîrdorê û zêdekirina qada kesk dikin da ku rê li pêşiya zuhabûnê bigirin û daristanan ji şewatan û qutkirinê biparêzin, dagirkeriya Tirk rojane li ber guh û çavên van dewletan daran qut dike û hawîrdorê wêran dike.

Li gorî raporên hiqûqî, çekdarên opozîsyona Sûriyê, sûcên li dijî xwezayê û daran didomînin. Wek Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê em van sûcên derexlaqî şermezar dikin û bang li cîhanê dikin ku bilez tevbigerin.

Divê rêxistinên parastina hawîrdorê, yên navneteweyî û avhewayê yên NY`yê balê bikişînin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî mirov û xwezayî, erkên xwe yên pîşeyî û exlaqî pêk bînin, van sûcan rawestînin û şermezar bikin.

Encamên sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hawîrdorê yên aborî, civakî û hawîrdorê yên xetere hene.

Li ser bingeha piştgiriya me ya desteyên hawîrdor, avhewa û têkoşîna li dijî zuhabûnê yê navneteweyî û pêkanîna biryarên NY`yê yên têkildarî avhewayê û ji bo rêgirtina li pêşiya rûdana karesatên hawîrdorê, em banga vekirina lêpirsîneke giştî têkildarî sûcên li dijî hawîrdora Efrînê û darizandina sûcdaran li cem dadgehên navneteweyî dikin.”

(dm)

ANHA