Şêniyên Kobanê: Êdî bes e hûn xiyanetê li doza kurd dikin

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi daxuyaniyekê bi dawî bûn. Tê de şêniyên Kobanê nerazîbûna xwe ya li hember hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a faşîst re li dijî gelê Kurd û gerîla, nîşan da.

Şêniyên Kobanê: Êdî bes e hûn xiyanetê li doza kurd dikin
8 îlon, 2022   15:02
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo şermezarkirina kiryarên PDK’ê yên li dijî gelê Kurd û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re çalakiya konvedanê li dar xist.

Di çalakiya konvedanê de endam û rêveberên meclisên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê, meclis û komînên navçeyên Kobanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, beşdar bûn.

Meclisê îro çalakiya xwe bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî kir ku ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firarê, Eyşe Efendî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Gelê Kurd tu carî texmîn nedikir ku xiyaneta di nav kurdan de pêk were yanî kurd bi destê kurdan bên kuştin. Hertim li hêviya yekitiya kurdan bû, lê mixabin gelek alî ji ser şopa kurdiyetiyê dûr ketin û destê xwe kirin destê dijminê kurdan û bi wan re gelê xwe qir kir.

Em kurd, xewna me ew bû em çar parçeyên Kurdistanê bikin yek, lê rastiya me ji xewna me dûr e. Hinek hene ewlehî û aramiya herêmên me têk dibin, bi çekên kîmyewî xewnên me tune dikin û cenazeyên zarokên me di tûrikan de radestî me dikin, ev tişt hemî li ber çavê civata navneteweyî ya bêdeng tên kirin.

Gelê Kurd aştîxwaz e, lê êdî li hember komkujiyan sebra wî nema, dem dema tolhildana ji dagirkeran e.

Êdî bes e hûn xiyanetê li doza kurd dikin.”

Tê zanîn ku konê “şermezarkirinê” îro li qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ve ji bo şermezarkirina kiryarên PDK’ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla û şehîdxistina 3 gerîla û birîndarkirina 2 gerîlayên din li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê, vegirt.

(mh)