Di komxebateke MSD’ê de: Nenavendîbûn çareseriya kirîza Sûriyê ye

Rewşenbîr û siyasetmedarên beşdarî komxebata ku li Hesekê hatiye lidarxistin bûne, destnîşan kirin ku nenavendîbûn çareseriya kirîza Sûriyê ye û pêwîstiya pratîkkirina wê bi kedeke mezin di hemû aliyan de heye, da ku hemwelatiya demokratîk dûrî zordestiyê baş pêk were.

Di komxebateke MSD’ê de: Nenavendîbûn çareseriya kirîza Sûriyê ye
8 îlon, 2022   14:10
HESEKÊ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya amadekariyên lidarxistina komxebatên bê û komxebata şêwirê ya Stockholmê de û bi armanca naskirina nêrînin beşên civakî, berdewamkirina diyalogê û nîqaşê bi hemû hêz û kesayetên demokratîk re têkildarî, li bajarê Hesekê komxebateke diyalogê bi dirûşma “Nenavendîbûn û nasnameya neteweyî ya hevbeş”, li dar xist.

Di komxebatê de 30 kesayetên siyasî, rewşenbîr û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl ji wan “Meclisa Gel a Aşûr, Yekitiya Reşwenbîran a Hesekê, Rûspiyên Eşîrên Kurd û Ereb, Mala Êzidî, Meclisa Civakî ya Ermenî” û hevseroka MSD’ê Emîne Umer, beşdar bûn.

Naveroka komxebatê li ser du mijarên sereke bû, di serî de hevseroka MSD’ê Emîne Umer kurteya nêrîna meclisê ya li ser nenavendîbûna li Sûriyê û destpêka damezirandina dewleta Sûriyê û kokên nenavendîbûnê li Sûriyê, têgeha nenavendîbûn û girîngiya wê xwend.

Her wiha siyasetmedar Mihemed Salih Ebdo di mijara duyemîn de ya binavnîşan “Nasnameya neteweyî ya hevbeş” axivî û diyar kir ku gelek pênaseyên nasnameya neteweyî hene ku akademîsyen û civaknas û siyasetmedaran ew danîne û wiha domand: “Bêguman ew pênase li gor helwestên şexsî yên wan kesan e. Dibe ku hinek ji wan xwe wek welatiyek cîhanî bibîne, her wiha dibe ku hinek ji wan ne netewperwer bin jî, em nikarin li gor wê binirxînin. Lê em dikarin sûdê ji wan bigirin.”

Mihemed Salih Ebdo her wiha diyar kir ku nasnameya neteweyî ya hevbeş neynûka ku rastiya hesasiyeta koma mirovan di erdnîgeriyekê de bi hemû teşeyên wê yên siyasî, aborî, civakî û çandê xuya dike. Her wiha armancên wê komê li ser astên hundirîn û derve diyar dike. hewldanên wan dike yek û rêgezên parastina komê, pêkanîna edaletê, pêxşstina jiyana civakî, çandê û tenduristî û heta teşeya pergala desthilatdar diyar dike.

Her wiha MSD’ê nêrîn û pêşniyarên beşdaran der barê nenavendîbûn û nasnameya neteweyî ya hevbeş û cureyên nenavendîbûnê yên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê guncaw in, nivîsandin.

Beşdaran bi giştî destnîşan kirin ku nenavendîbûn çareseriya kirîza Sûriyê ye û li ser rûniştandina vê pergalê li Sûriyê ku kedên mezin di hemû aliyan de jê re gerek e, teqez kirin.

(mh)

ANHA