Li Kobanê îxaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re hatin şermezarkirin

Şêniyên kantona Kobanê li dijî îxaneta PDK`ê û dagirkeriyê bi dirûşma "Li dijî dagirker û îxanetê werin cenga azadiyê" xwepêşandanek li dar xist. Her wiha li dijî kiryarên dewleta Tirk a faşîst ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ku bi hevkariya PDK`ê pêk tê, kon vegirt.

Li Kobanê îxaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re hatin şermezarkirin
8 îlon, 2022   11:41
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Herêma Firatê xwepêşandanek orgonîze kir. Xwepêşandêr ji Qada Jina Azad a li naverasta Kobanê ber bi Qada Şehîd Egîd ve çûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê “konê şermezarkirinê” li wir vegirtiye.

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Hebûn Mihemed axivî û kiryarên dewleta Tirk a faşîst li dijî girtiyên Kurd û hevkariya PDK`ê ji komkujiyên li dijî wan pêk tê şermezar kir. Hebûn bi bîr xist ku sûcê herî dawî beriya 2 rojan li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê bû ku di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 birîndar bûn.

Hebûn destnîşan kir ku PDK careke din kîna xwe ya li hember gelê Kurd eşkere dike û li çiyayên Kurdistanê îxanetê li gerîla dike. Hebûn anî ziman ku ev kiryar ji wan re ne tiştekî xerîb e, ji ber ku ji dema hatiye avakirin ve, ev siyaseta wê ye.

Hebûn bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li dijî kiryarên dewleta Tirk li hember girtiyên Kurd pêk tîne şermezar kir û got: "Gelê me van kiryaran qebûl nake û xwepêşandana îro ji bo redkirina van kiryarên dermirovî ye."

Hebûn got careke din êrişî gerîla kirin û cenazeyên şehîdan desteser dikin û wiha axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em îro kiryarên dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wan eşkere bikin."

Xwepêşandêr tev li çalakiya konvedanê bûn ku ew ê îro bi dawî bibe.

(eh)

ANHA