Balafirên Rûsyayê baregehên çeteyan ên li Idlibê bombebaran kirin

Hêzên Rûsyayê bi balafiran 12 caran êrişî herêm û baregehên çeteyan ên li gundewarên Idlibê kir. 2 kes hatin kuştin û birîndar hene.

Balafirên Rûsyayê baregehên çeteyan ên li Idlibê bombebaran kirin
8 îlon, 2022   11:55
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê mal û avahiyeke pîşesaziyê ya li herêma Şêx Yusif a li rojavayê Idlibê kir armanc.

Balafirên şer ên Rûsyayê 12 caran herêm û baregehên çeteyên Ehrar El Şam ên li herêma Hefserce û Şêx Yusif a gundewarên Idlibê kirin armanc.

Di heman demê de êrişî herêmên derdora Hefserce, Sêcer û nêzî gundê Xefer ê herêma Sehil Roj ên li rojavayê Idlibê kir.

(eh)