Kongreya Jinên Kedkar a Cîhanê li Tûnisê didome

Di 4`ê Îlonê de li paytexta Tûnisê Kongreya Jinên Kedkar a Cîhanê dest pê kiribû û ji 30 welatên cîhanê jin tev lê bûne. Tê payîn ku kongre heta 10`ê Îlonê dewam bike.

Kongreya Jinên Kedkar a Cîhanê li Tûnisê didome
8 îlon, 2022   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Jinên Kedkar a Cîhanê di 4`ê Îlonê de li paytexta Tunisê Tunisê dest pê kiribû. Jinên beşdar diyar kir ku armanca kongreyê, yekkirina dengên jinan û komkirina dozên wan li ser maseyekê ye.

Endama komîteya amadekar a kongreyê Emîra Deleş ji malpera Mûzaîk re daxuyand ku dê kongre 7 rojan dewam bike û pirsgirêkên jinên karker û kedkar di hemû waran de nîqaş bike.

Nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (endama Komîteya Têkiliyan û Lihevkirinên Demokratîk a Kongra Star Menal Mihemed, endama Akademiya Jineolojiyê Rohelat Arif Nasir, endama Navenda Dîplomatîk a Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (CDC) Lolav Şêxo, endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnera pêkhateya Suryan Corcêt Bersûm û berdevka Partiya Yekitiya Demokartîk (PYD) Sema Begdaş) tev li kongreyê bûne.

Xebatên kongreyê roja yekşemê bi meşekê dest pê kir. Piştre kar û werşeyên xebatê li Navenda Çandê ya Mehmûd El Mesedî ya li paytextê berdewam kir.

JINÊN JI ROJAVA Û 10 SALÊN TÊKOŞÎNÊ

Berdevka PYD`ê Sema Begdaş ji NÛJINHA`yê re got: “Tevlêbûna me wekî şandeyekê ji vê kongreyê re ji bo yekkirina xebatên hemû jinan e ku li hemû qadan tê dikoşin.”

Sema Begdaş da zanîn ku li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşeke jinan a ne ji rêzê dest pê kir û hîn jî rêya têkoşînê dirêj e û wiha domand: “Tecrubeya jinên Rojava 10 sal ji têkoşînê li pey xwe hiştin û gelek destkeftî bi xwe re anîn. Tecrubeya jinan serkeftî bû û gelek jin tecrubeyên me ji xwe re dikin mînak.”

Seroka Komeleya Jîn a Jinan Bûşre Elî jî wiha axivî: “Ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandeyek jinan tev li kongreyê bûye. Her wiha şandeyeke jinan ji Başûrê Kurdistanê jî hatiye. Ev kongreya cîhanî ji bo balkişandina ser şoreşa jinan li çar parçeyên Kurdistanê girîng e, ji lew re em beşdarê bûne.”

Bûşre wiha axaftina xwe dewam kir: "Şoreşa Jinan a Rojava ji aliyê destkeftiyên di hemû waran de bi dest xistine, nûwaze ye. Divê girîngiyê bidin gelek mijaran da ku sûdê ji vê şoreşê werbigirin, çi ji hêla rêxistinên jinan yan jî naveroka şoreşa jinan û çawa xwe bi rêve biriye heta ji aliyê sîstema hevserokatiyê ve ku kota jinan a gelek dewletan destnîşan kiriye derbas kir û di hemû qadan de gihaşt rêgeza hekheviya her du zayendan."

JINÊN ÊZIDÎ SERPÊHATIYÊN TÊKOŞÎNA XWE YA LI DIJÎ DAIŞ`Ê PARVE KIRIN

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Heco û Gerînendeya Tora Piştgiriya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî jî tev li kongreyê bûn û gotin ku ew ê rastiya Şengalê, jinên êzidî û têkoşîna wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi jinên cîhanê bidin nasîn.

Rîham Heco diyar kir ku hewl didin rastiya Şengalê û jinên êzidî û têkoşîna li dijî DAIŞ`ê dane meşandin her wiha aloziyên li Iraqê bi cîhan û çi kesên beşdarî kongreyê bûn bidin nasîn û wiha dewam kir: "Ew kesên niha me bi cil û bergên gelerî dibînin, dixwazin me nas bikin jinên êzidî ji hemû jinên cîhanê bêhtir rastî zilmê hatine û ji mafên me ye ku em banga heqê xwe bikin."

Ferîde Şengalî jî got lidarxistina vê kongreyê ji bo tevahiya jinan gaveke girîng e û wiha axivî: “Em hatin têkoşîn û berxwedana jinên êzidî ji jinên cîhanê re parve bikin. Em ê behsa êşa xwe bikin lê belê di serî de em ê îşaretê bi têkoşîn û berxwedana jinên êzidî bikin. Lidarxistina vê kongreyê ji bo me pir girîng e.”

Kongre di roja 5`an de dewam dike. Dara zeytûnê wekî sembola kongreyê hatiye hilbijartin, ji ber ku li Tunisê xwedî girîngiyeke sembolîk e. Hêjayî bibîrxistinê ye ku kongeryên yekemîn û duyemîn li Venezuela û Nepalê di 2011 û 2016`an de hatibûn lidarxistin.

(eh)

ANHA