Hevserokên TEV-DEM’ê serdana kampa Holê kir

Hevserokên TEV-DEM’ê ji bo şopandina Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û xebatên parastinê, serdana kampa Holê kir.

Hevserokên TEV-DEM’ê serdana kampa Holê kir
8 îlon, 2022   11:28
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), di 25’ê Tebaxê de li kampa Holê dest bi qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê kir.

Di roja 15'an a pêngavê de hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed û Xerîb Hiso serdana kampê kir û bi rêveberiya wê re hevdîtin kir da ku bibîne ka pêngava ewlehiyê li wir çawa derbas dibe.

Di dema serdanê de Xerîb Hiso got: "Em spasiya rêveberiya kampa Holê û hemû kesên beşdarî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bûne, dikin. Dem guncaw bû ji bo vê pêngavê, ji ber ku ew kamp yek ji kampên herî metirsîdar ên cîhanê ye. Kampa Holê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya cîhanê xetereyeke mezin e."

Hiso wiha li axaftina xwe zêde kir: "Çawa ku bombeya li ber teqînê li girtîgeha Sînaa ku bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê tê de bûn, teqiya, tirseke mezin a teqîna vê bombeyê li kampa Holê jî heye."

Hiso her wiha diyar kir ku dewleta Tirk îstîxbarat û sîxurên xwe derbasî kampê kirine û got: "Vê pêngavê, rihetî û aramî derbasî dilê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir."

Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de hêviya serkeftinê ji bo vê pêngavê xwest û wiha got: "Em hêvî dikin ku encamên erênî werin bidestxistin."

Rêveberiya kampa Holê jî ji ber serdanê spasiya şandeyê kir.

(hs)

ANHA