Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê di roj 28’an de didome

Çalakiya konvedanê ya li ber Navenda Komseriya Kar û Barên Penaberan a NY’yê ya li Qamişloyê, di roja 28'yan de dewam dike. Çalakgeran soza piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî da û got “Em ê parastina axa xwe bikin.”

Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê di roj 28’an de didome
8 îlon, 2022   10:06
​​​​​​​QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê dewam dike.

Çalakî ji aliyê HPC-Jin û Kongra Star ve ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û banga girtina qada hewayî ya herêmê di roja 28`an de didome.

Îro endamên Hêzên Parastina Civakî yên navçeya Dirbêsiyê û bi dehan şêniyên Qamişloyê tev li çalakiyê bûn.

Endamê rêvberiya HPC`a ê Dirbêsiyê Mihemed Emîn axivî û got: “Neteweyên Yekbûyî alîkariyê dide dewleta Tirk ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, rojene zarok û jinên me dike hedef. Dewleta Tirk dixwaze çeteyên DAIŞ’ê zindî bike, bi hemû çekên xwe û balafirên xwe êrişî gelê Kurd dike. Em ê piştgiriya şervanên xwe bikin û parastina axa xwe bikin.”

(hh)

ANHA