Şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê serdana Meclisa Kantona Girê Spî kir

Fermandarên Rûsyayê serdana Meclisa Kantona Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsayê kir û di serdanê de Meclisa Girê Spî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê protesto kirin.

Şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê serdana Meclisa Kantona Girê Spî kir
8 îlon, 2022   10:50
EYN ÎSA

Îro şandeyeke leşkerî ya ji fermandarên rûsî yên ku li baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên li herêmê bi cih bûne, serdana Meclisa Kantona Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsayê kir.

Şande ji aliyê hevserokên meclisa kantonê Hemîd El Ebid û Fedîla Mihemed û cîgirê wan Hezaî Mihemed ve hat pêşwazîkirin.

Di destpêka civînê de, şandeya mêvan li ser rastiya pêşveçûnên leşkerî yên niha û berdeawmkirina êrişên li ser herêmê û navendên xizmetguzariyê rawestiya.

Di heman demê de hevserokatiya Meclisa Girê Spî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî ku ewlekarî û aramiya herêmê têk dibe û dibe sedema şehîdbûn û birîndarkirinê, şermezar kirin.

Hevserokatiyê got topbarana dewleta Tirk bandorê li ser saziyên xizmetguzariyê yên li deverê dike, her wiha bandorê li jiyana xelkê dike û gihandina xizmetguzariyan ji wan re asteng dike.

El Ebid her wiha got divê aliyên Rûsî pabendî sozên xwe bin weke garantorê rawestandina karên dijminane û pabendî xalên rêkeftina Soçiyê ya di 22'yê Cotmeha 2019'an de bin.

Di heman demê de aliyê rûsî diyar kir ku ew xetereyên li ser herêmê fehm dikin û piştrast kir ku ew bi berdewamî binpêkirinan tomar dikin û pêşkêşî fermandariya Rûsyayê ya li Sûriyê dikin ku li baregeha Himêmîm e. Her wiha soz dan ku ew ê li hember van êrişan bisekinin.

(hs)

ANHA