Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê: Zêdekirina rûberên kesk di serê plansaziya me de ye

Hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê Cemal Ebdullatîf plansaziya gerînendetiyê eşkere kir û diyar kir ku dê li ser zêdekirina rûberên kesk û xwedîderketina li daran bê xebitandin, da ku rê li qirêjbûn û hişkesaliyê bê girtin.

Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê: Zêdekirina rûberên kesk di serê plansaziya me de ye
8 îlon, 2022   06:35
TEBQA-EBDUREHMAN EL SALIH

Gerînendetiya Jîngehê ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2`yê Îlonê de bi gerînendetiyên avê yên rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Di civînê de, plansaziyek ji bo dema bê hat diyarkirin ku têkildarî xwedîderketina li rûberên kesk ên li herêmê û zêdekirina wê bû.

Têkildarî mijarê hevserokê Gernendetiya Jîngehê ya Tebqa Cemal Ebdullatîf got: “Ji bo kêmkirina qirêjbûnê, gazên bi jehr û rêgirtina li pêşiya ziwabûnê, me ev plansaziya xwe danî. Zêdekirina eleqedariya bi rûberên kesk ên li herêmê re bû rojeva sereke ya civîna me.”

Der barê kar û xebatên gerînendetiyê yên niha de, Ebdullatîf got: “Di vê demê de, gelek proje li dar in. Bi rêya wan em hewl didin rûberên kesk li herêmê zêde bikin. Jê yên herî girîng, sererastkirina parka giştî ya Tebqa û çandina daran li têketina başûrê bajêr in.”

Li gorî Ebdullatîf di plansaziya dema bê de jî ev proje hene: “Em ê parêzgeheke darên nexîl li taxa sêyan a bakurê bajêr ava bikin, hemleyên çandina daran berfirehtir bikin û projeyên çandina daran li daristan, parkan temam bikin û avê lê peyda bikin.”

Girêdayî astengiyên li pêşiya wan derdikevin Ebdullatîf got: “Kêmbûna ava avdanê ji ber kêmbûna ava çemê Firatê, pirsgirêk di avdana qada kesk a li bajêr de derxist. Me hewl da wê pirsgirêkê çareser bikin, lê çareserî demkî bû, bi rêya bikaranîna sahrîcên biçûk bû.”

Di dawiyê de Cemal Ebdullatîf bang li şêniyan kir ku bi Şaredariya Gel û Gerînendetiya Jîngehê re hevkariyê bikin da ku rê li pêşiya diyardeyên qutkirina daran a bêzanabûn bigirin, bedewiya parkan û xwezaya bajêr biparêzin.

(dm)

ANHA