Gelo dê senaryoya Tefesê li Casim jî dubare bibe?

Hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî şandin bargehên xwe yên li derdora li bajarê Casimê yê bakurê Derayê, ku vê yekê metirsiyên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya muhtemel wekî ya li Tefesê bi xwe re anîn. Rojnamevan û nivîskarê ji Sûriyê Hesen Neyfî vê yekê wekî senaroyekî muhtemel dibîne.

Gelo dê senaryoya Tefesê li Casim jî dubare bibe?
8 îlon, 2022   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛDÎ ÎSMAÎL

Piştî ku hêzên hikumeta Şamê ketin bajarê Tefesê, xuya ye ku çavên hikumetê niha li bajarê Casim in, ku sewqiyatên leşkerî li derdora bajêr pêk anîn û baregehên leşkerî yên nû ava kirin. Van tevgeran bi xwe ev pirs derxist holê; gelo dê li Casim jî senaryoya Tefesê dubare bibe?

Di 31’ê Tebaxê de, komên leşkerî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li derdora bajarê Casimê yê gundewarê Derayê bi cih bûn û nehiştin ku cotkar ji herêmê derkevin û biçin nava zeviyên xwe. Her wiha li ser rêya Casim-Semlîn hêzên xwe belav kirin û bendên kontrolê danîn, hemwextî wê jî cotkaran gelek mezreayên li ser xaçrêya Semlînê vala kirin.

Ev tevger hemwext’ bicihkirin bêhtirî 200 leşkerên hikumeta Şamê pêk hat, ku li Xirbê, Mezrea, Mezrea Beyda, Mezrea Ebû Ereb, Mezrea Hemra Kebîra û li rêya Behis belav bûn, her wiha du tank û çekên giran anîn benda kontrolê ya Sehim a derdora bajêr.

Tevî ku heta niha hikumeta Şamê armancên xwe ji van tevgeran eşkere nekiriye jî, lê gelek çavkaniyan behsa hewldanên hêzên hikumeta Şamê yên dorpêçkirina bajarê Casimê û avakirina bendên kontrolê yên dayîm li bajêr û herêmên derdora wê, kirin, ji bo ku gefa operasyona leşkerî û ewlehiyê li dijî çar herêmên Derayê ku beriya mehekê xwariye, pêk bîne.

“Komîteya Ewlehiyê” a Derayê di 25’ê Tîrmehê de gef li rûspiyên Tefesê, Yadûdê û yên taxên Dera El Beled xwar ku eger kesên tên xwestin, dê operasyoneke leşkerî bide destpêkirin.

Ev gef di rêzecivînên cuda yên beriya rojekê di navbera serokê “Komîteya Ewlehiyê” ya Derayê Mûfîd Hesen û rûspiyên her herêmekê de, hat xwarin.

'SENARYOYA TEFESÊ GENGAZ E’

Ev tevger metirsiya destpêkirina operasyoneke leşkerî ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve wek a li Tefesê, li cem şêniyên bajarê Tefesê derxist, ku du hefteyan hatibû dorpêçkirin û topbaran û pêla koçberiyê ya şêniyan çêbibû. Di encama lihevkirin li ser derxistina hejmareke kesên ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tên xwestin, hat kirin.

Çavdêrên rewşa Sûriyê vê yekê dûr nabînin. Berovajî îdiayên hêzên hikumeta Şamê ku sedema wan tevgeran hebûna “kesên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê” ne çi li Tefese, çi jî li Casim yan jî bajarên din. Çavdêr dibêjin ku ev tevger di çarçoveya stratejiyeke mezin û xeyalên mezin ên hikumeta Şamê de pêk tên û pê re dixwaze herêmên ne di bin serweriya wê de hem bi rêya hêzê, hem jî bi rêya danûstandinan dest deyne ser.

Nivîskar û rojnamevanê Sûrî Hesen Neyfî ji ajansa me re diyar kir ku pir gengaz e heman senaryoya Tefesê li bajarê Casimê jî pêk were û got: “Rejîma Şamê hêzên xwe li serêya Casim-Semlîn xurt dike, ev yek îsrara wê ya dubarekirina senaryoya Casimê nîşan dide.”

Neyfî wiha domand: “Hêzên rêjîmê li ku derê bin, li wir tedbîrên ewlehiyê jî hene ku ji bilî wêranî û trajediyan tiştekî bi xwe re ji bo welatiyan nîn e. Bi vê yekê pir gengaz e ku senaroyaya Tefesê ne tenê li Casim, lê belê li hemû bajarokên ku rejîm armanc dike dest deyne ser dubare bibe.”

Neyfî destnîşan kir ku ji ber cihê stratejîk ê bajarê Casim, hikumeta Şamê hewl dide dest deyne ser û got: “Eger hikumeta Şamê dest danî ser, wê demê dê karibe bikeve gelek bajarok û bajarên derdorê jî. Sedemek din jî heye ku bajarê Casim yek ji cihên destpêkirina şoreşê û derketina şoreşgeran e.”

‘SIYASETA TEVLÊKIRINÊ’

Piştî ku hikumeta Şamê hêzên xwe ji Tefesê ber bi Casimê ve şandin, êdî xuya ye ku ew di vegerandina herêmên Sûriyê yên piştî 2011`an ji dest dane, li jêr kontrola xwe de siyaseta “tevlêkirinê” dide meşandin. Li gorî nivîskar û rojnamevanê sûrî Hesen Neyfî, ev siyaset ji beriya bêhtirî 5 salan ve didome. Neyfî wiha domand: “Siyaseta tevlêirinê ji destpêka 2017’an de ji aliyê rêjîm ve tê meşandin, ew bi xwe planeke Rûsyayê ye, ku pirî caran bi êrişên hewayî piştgiriya hêzên rêjîmê dike. Ev yek bêyî lihevkirina bi aliyên din re pêk tê.”

Der barê senaryoyên muhtemel ku dibe li bajarê Casim di rojên pêş de rû bidin, Hesen Neyfî wiha got: “Senaryoya herî zêde gengaz ji bo bajêr, hewldana hêzên Esed ku xîtabî şêniyan bikin, ji wan bixwazin ku hevkariyê bidin wan da ku çekan û şoreşgeran radest bikin. Piştre dê di aliyên leşkerî, aborî û ewlehiyê de bajêr dorpêç bikin û gav bi gav bihêlin şênî radest bibin. Piştre dê bi ser bajêr de bigirin. Hêzên Esed gelek caran ev senaryo pêk anîne.”

‘RÊJÎME BÊ SÛD E’

Ev geşedan di demekê de pêk tên ku li bajarê Derayê yê “lihevkirin” tê de pêk hatine, rewşa ewlehiyê tevlîhev e û kuştin û hedefgirtin zêde bûne. Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka îsal de 369 êriş pêk hatine, di encamê de 311 hatine kuştin, ku piraniya wan sivîl û endamên hikumeta Şamê, hevkarên saziyên ewlehiyê, endamên “lihevhatinan” in.

Nivîskar û rojnamevanê sûrî Hesen Neyfî li mijarê dibêje: “Di esas de hêzên hêjîmê çavkaniya tevliheviya ewlehî ne û ew rê lê nagirin, ew jî ji ber forma wan a milîstî û neberpirsiyariya wan li hember tu bajarekî yan welatiyekî Sûriyê. Tenê derdekî wan heye, tolhildan û piştre destdanîna ser e.”

Neyfî dibêje: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve di 2011`an û heta niha tevahî cîhan dizane ku ev desthilat ne xwedî çareyên ewlehiyê ye. Pêkneanîna biryarên navneteweyî ji aliyê Esed ve îsbat dike ku rejîma Esed rejîmeke bê sûd e û di bingeha wê de reformê qebûl nake.”

Neyfî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ez bawer nakim heta ku rêjîma Eswd hebe, dê tu bajarekî Sûriyê aram bibe, ew rejîm bingeha pirsgirêkan li Sûriyê ye. Rast e ne tenê Esed xeter e li ser sûriyan, lê belê hemû xeteriyên din bandorên vê pirsgirêkê ne, yanî hebûna desthilata Esed. Bi dawîbûna vê, gava yekemîn di rêgeha rast de dest pê dike.”

ANHA