Şaneyên DAIŞ`ê êrişî hêzên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku duh bi şev dema ku hêzên wan, QSD û YPJ`l li beşa 5           an ê Kampa Holê operasyoneke taybet li dar xistine, şaneyên DAIŞ`î êrişî wan kirine û di encama bersivdayîna hêzên pêngavê de çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribû û hewl dabû bireve, hatiye kuştin û 4 çete hatine girtin.

Şaneyên DAIŞ`ê êrişî hêzên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê kirin
8 îlon, 2022   06:54
HESEKÊ

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê berdewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê domana operasyonê de daxuyaniyek da û diyar kir ku duh bi şev li kampê pevçûn çêbûye û çeteyekî DAIŞ’ê hatiye kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku duh bi şev saet di 01:00'an de hêzên wan û şervanên YPJ û QSD'ê li beşa 5'an a kampa Holê operasyoneke taybet li dar xistiye. Di wê operasyonê de di navbera hêzên wan û çeteyan de ku hewl didan birevin, pevçûn çêbû. Di encama vê pevçûnê de çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribûn û hewl dida bireve, hate kuştin û di heman demê de 2 jê jin, 4 çeteyên DAIŞ'ê jî hatin girtin.

He wiha bi çeteyan de 2 çekên AK-47 û rextek jî hatine desteserkirin.

BÎLANÇOYA ROJA 15’AN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bîlançoya roja 15’an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de jî ev agahî parve kirin:

“Çeteyekî DAIŞ'ê hate kuştin, 8 çeteyên DAIŞ'ê jî hatin girtin. 2 rextên teqemeniyê, 3 çekên AK-47 û 10 jarjor, çekeke RPG-7 û roketên wê, 12 bombên destan, 25 guleyên demançeyan, jarjorên demançeyên Glog, amûra bêdengkirina çekan, komputer, çend telefon û xetên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn veşartin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin desteserkirin.”