​​​​​​​Zêdebûna şaneyan li Difa El Xerbiyê bêhtir Îsraîlê ne rihet dike

Piştî salên dirêj ên aramiyê, qada Difa El Xerbiyê ji ber zêdebûna hejmar û tevgerên şaneyên çekdar ên Fîlistînê veguherî yek ji qadên ku Îsraîl di vê dawiyê de ne rihet dike.

​​​​​​​Zêdebûna şaneyan li Difa El Xerbiyê bêhtir Îsraîlê ne rihet dike
8 îlon, 2022   04:27
XEZA-OMER MÛSA

Niha rewşa Difa El Xerbiyê ne weke salên berê ye, êdî operasyonên artêşa Îsraîlê li Difa El Xerbiyê veguherîn şerên berdewam ên bi şaneyên çekdar ên Fîlistînê re. Beriya çend salan girtin, hilweşandin an şopandina çalakvanan, fîlistînî bi bêdengî derbas dibûn. Lê niha di her carê de, bi şerên bi şaneyên çekdar ên Fîlistînê re bi dawî dibe yên ku li Difa El Xerbiyê zêdetir dibin. Ne tenê wisa, êdî leşkerên Îsraîlê û îsraîliyan jî dikin hedef. Êdî ev yek ji Artêşa Îsraîlê re ne rihetiyê çêdike.

Li gorî Kenala Kan a Îsraîlê, artêşa Îsraîlê girîngiyê dide zêdebûna van şaneyan û zêdebûna bûyerên gulebarandinê û hedefgirtina leşkerên Îsraîlê û îsraîliyan ku di encamê de Difa El Xerbiyê veguheriye qada herî xetere. Saziya ewlehiyê ji Xeza, Îran û Hizbullahê zêdetir ji ber van şaneyan bi fikar e.

Metirsiyên Îsraîlê bi piranî li ser wê yekê ye ku qada Difa El Xerbiyê her roj zêdetir bi civaka Îsraîlê re di têkiliyê de ye û tê de armancên girîng hene û bi hêsanî dikarin bigihêjinê. Bi nêrîna Îsraîlê, piştî ku piraniya herêmên Difa El Xerbiyê veguherîn şaneyên çekdar xeterî zêdetir dibe. Li gorî nirxandineke ewlehiyê, ji destpêka îsal ve 60 bûyerên gulevarandinê hatine belgekirin. Li gor salên borî bi taybet du salên dawîn, ev rêjeya herî bilind e.

Li gorî raporan, ev bûyerên li Difa El Xerbiyê heta deh salên borî ne asayî bûn. JI ber zêdebûna alîgirên van şaneyan, Îsraîl bi fikar e. Ji ber ev atmosfer derketina şaneyan zêdetir teşwîq dike.

Di raporeke rojnameya “Yedihth Ahronoth” de hat diyarkirin ku tişta ji lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re û gefên Hizbullahê ji aliyê Lubnanê zêdetir saziya leşkerî ya Îsraîlê bi fikar dike, zêdebûna şaneyan li qada Difa El Xerbiyê ye. Bûyerên li Difa El Xerbiyê rû didin nîşan didin ku rewş li Difa El Xerbiyê ber bi serhildanekê ve diçe.

Di raporê de hat destnîşankirin ku operasyonên Îsraîlê li Difa El Xerbiyê û Qudsê her carê bi guleyan tên bersivandin.

Li gorî îstîxbarata Îsraîlê, guleavêjin ji Dîfa El Xerbiyê ku nuqteyên Îsraîlê dikin hedef, ciwanên ne pispor in. Ev tê wateya ku ew ji hebûna rêxistineke navdar, xeternaktir in.  êdî ne pêkan e beriya bûyer beriya dest pê bike, were pêşbînkirin.

Li gorî rapora rojnameya îsraîlî , beriya niha bi 2 salan li Dîfa El Xerbiyê bêyî şer û hedefgirtina leşkeran, girtin pêk dihatin. Niha rewş guheriye, ev yek bi hewlên aliyên filistînî ji bo veguhestina meydana şer bo Dîfa El Xerbiyê bi rêya piştgirî yan jî dabînkirina pêdiviyên lojîstîkê pêk tê.

Rojnameyê diyar ki ku ji ber zêdebûna şaneyên çekdar û alîgirên operasyonên leşkerî yên li dijî Îsraîlê li Dîfa El Xerbiyê her kiryareke Îsraîlê li Qudsê wek mînak û li Mizgefta El Eqsa dibe ku bibe çirûska bûyereke mezin tevî ku kiryara Îsraîlê biçûk be. Di encamê de dibe ku bibe sedema destpêkirina serhildaneke berfireh.

PIRSGIRÊKEKE CIDÎ YE LI PÊŞ ÎSRAÎLÊ

Nivîskar û çavdêrê siyasî Hesen Ebdo jî di wê baweriyê de ye ku Îsraîl ferq dike ku guhertineke bingehîn di rewşa Dîfa El Xerbiyê de heye. Ebdo got: "Her ku diçe alîgirên berxwedana çekdarî û operasyonên li dijî artêşa Îsraîlê û li hundirê Îsraîlê zêde dibin."

Ebdo ji ajansa me re diyar kir ku Îsraîl li pêşiya pirsgirêkeke cidî ye û wiha domand: " Dîfa El Xerbiyê û bajarên di hundirê Îsraîlê de her tim bûne qada herî zêde ku dikarin Îsraîlê bêîstiqrar bikin, pirsgirêkên mezin biafirînin û ziyanên mezin bighînin wan. Nakokî li wir bi awayekî rasterast in, berevajî Xezayê wek mînak, ev jî nîşan dide ku ev qad ji Xezayê û avahiya wê ya leşkerî bêtir bandorê li ser Israîlê dikin."

Ebdo ev li gotinên xwe zêde kir: "Dikarin bêjin ku guhertina li Dîfa El Xerbiyê bi giranî di dema bexşîna berfireh a sala borî de, teşe girtiye. Her çend e ku koka wê pir wêdetir be jî, ew bi bêhêvîbûna filistîniyên li Dîfe El Xerbiyê ve ji siyaseta desthilata Fîlistînê ya agirbestê bi Îsraîlê re girêdayî ye."

Hesen Ebdo herî dawî wiha got: "Rewşa meydanî berfirehbûna xebata van şaneyan nîşan dide, me ev yek jî dît, bi taybet dema alîgirên hemêzker ên van şaneyan zêde bûn. Ew jî rê li pêşiya gelekan vekir ku tev lê bibin. Niha em dibînin ku ciwanên tev li van şaneyan bûne, dibin sembolên nû yên gel. Ev yek bi awayekî mezin bandor li rewşê dike. Ne dûr e ku di demeke nêz de encamên vê yekê xuya bibin."

(şx.hs)

ANHA