Ciwan Siko: Rêveberiya Xweser pêkhate kirin yek, ev jî ne li gorî berjewendiya hêzên çavbirçî ye

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê Ciwan Siko diyar kir ku Rêveberiya Xweser bûye armanca komployên welatên herêmî yên ku li dijî avakirina rêveberiyeke demokratîk in. Siko li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, banga xurtkirina têkoşînê û kombûna li dor rêveberiyê kir.

Ciwan Siko: Rêveberiya Xweser pêkhate kirin yek, ev jî ne li gorî berjewendiya hêzên çavbirçî ye
7 îlon, 2022   23:39
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû sûriyan hembêz dike, hewl dide çareseriyeke demokratîk ji bo avakirina Sûriyê pêş bixe û bi rêya pêşkêşkirina çareseriyan Sûriyê ji qeyrana ku tê de ye, derxîne.

Roja sêşemê (6`ê Îlonê), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4'emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir. Di vê der barê de ajansa me bi Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (P.D.K.S) Ciwan Siko re hevpeyvînek çêkir. Siko wiha got: "Rêveberiya Xweser ji yekitiya pêkhateyên gelê Sûriyê ya di nava rêveberiyên wê de hate avakirin, ji bo parastina herêmên wê ji qirkirin û komkujiyan, xwîna pêkhateyên wê tev li hev bû."

Ciwan Siko pesnê projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û weke modeleke bêhempa li ser asta Rojhilata Navîn nirxand û got: "Di dîroka Rojhilata Navîn de cara yekem e ku pêkhate dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin û parastina herêmên xwe bikin."

Siko her wiha got: "Rêveberiya Xweser bi sîstema xwe ya nû ya demokratîk ku li gorî gelên herêmê ye, xizmetê ji projeyên dewletên herêmê yên dagirker ên ku li ser desthilatdariya dîktator hatine avakirin, nake, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker a ku ji ber vê yekê êrişên xwe zêde dike. Em vê yekê piştî civîna sêalî ya Rûsya, Îran û Tirkiyê û civîna Soçiyê bi zelalî dibînin."

Li ser armanca dewleta Tirk a dagirker ji zêdekirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Siko wiha axivî: "Dewleta Tirk bi êrişan û bi paşguhkirina dewletên garantor hewl dide herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike û guhertina demografîk pêk bîne da ku armancên xwe li herêmê pêk bîne. AKP hewl dide peymana Mîsaqî Millî vegerîne û axa Sûriyê û Iraqê dagir bike."

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê Ciwan Siko di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir: "Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê di sala 2019'an de garantorên rêkeftina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û dagirkeriya Tirk re bûn, lê pabendî rêkeftinê nebûn û her roj qada hewayî li pêş balafirên dewleta Tirk vekirin da ku rojane Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran bike."

Siko axaftina xwe wiha domand: "Pêkhateyên herêmê hevgirtî ne. Li hemberî êrişên ku hebûna wan dike hedef di yek xendekê de fedekarî kirin û li ber xwe dan. Ne girêdayî ti hêzeke derve ne, ji bo parastina destkeftiyên ku di şoreşê de bi dest xistin, xwe dispêrin hêzên xwe ku nûnertiya wê Rêveberiya Xweser dike ya ku bi xwîna kur û keçên wê hatiye avakirin."

Siko got: "Em ê wekî deh salên borî berxwedana xwe bidomînin û rê nedin ti hêzê ku herêmên me dagir bike."

Siko da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji roja damezrandina xwe û heta niha yekitiya axa Sûriyê parastiye û got: "Rêveberiya Xweser sînorên welatên cîran parast û guleyek jî neavêt, li şûna ku ev welat vê rêveberiyê biparêze û piştgiriyê bidiyê, em dibînin ku ew civînan ji bo lêdana yekrêziya pêkhateyan li dar dixin."

Di dawiyê de Siko banga xwedîderketina li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di demekê de ye dagirker êrişên xwe li ser zêde dikin û wiha got: "Êrişên dewleta Tirk bêserûber welatiyan dike hedef; da ku wan bitirsîne û koçber bike, sînorên xwe jî ji wan re vedike ji bo ku deverê vala bike. Li vir em dibêjin çarenûsa gelê herêmê yek e û keştiya wan ber bi ewlehiyê ve diçe, lewma divê hemû pêkhate bi hev re pêş de herin û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin."

(hs)

ANHA