Zindan ji bo mirinê hatine veqetandin - Huseyîn BINGOL

Zindan ji bo mirinê hatine veqetandin - Huseyîn BINGOL
8 îlon, 2022   00:38

Zindanên li Tirkiyê êdî ji bo armancên cuda tên bikaranîn. Ji pêkanînên li gorî qanûnan wêdetir, veguherîne kampên kuştinê ku bi xefikên hatine çêkirin. Hema hema her roj em nûçeyên nû yên li ser vê mijarê dixwînin û qîrînên xizmên girtiyan dibihîzin. Bi sedemên deraqilane tên cezakirin. Xizmên girtiyan ên diçin serdanê, ji ber ku silavê didin girtiyên din, cezayê qedexeya hevdîtinê li wan tê birîn. Yanî ji bo cezakirinê sedemên pûç peyda dikin.

Di dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980'yî de zîhniyeta dewleta Tirk li ser dîwarên zindanan jî xuya bûbû.

Ji bo dê û bavên ku bi tirkî nizanin, wekî 'Bi tirkî biaxive, pir biaxive'. Gotineke gelekî dihate dubarekirin hebû; “Xala 1’emîn: Fermandar mafdar e. Xala 2’yemîn: Dema ku fermandar mafdar nebe jî, xala 1’emîn derbasdar e.” Pêkanînên keyfî bûn û her tişt li ber rehma gardiyanên leşkerî hiştibûn. Bi hişmendî, pir sîstematîk, bi îşkenceyan rê û rêbazên ku mirovan bitengijînin û xayîntiyê li ferz bikin, hatin ceribandin. Girtî bi afirandina bêhêvîtiyê neçarî teslîmgirtinê dikirin. Heçku berdêla jiyanê îşkence bû. Her kêliyeke rojê ji bo îşkenceyê hatibû diyarkirin. Di dema raketinê de mecbûrî bû ku di ‘rewşa amade’ de bin û di xewê de xerakirina wê sedema lêdanê bû. Di dema xwarinê, rûniştin û rabûnê, çûn û hatiên, serşûştinê, li dadgehê, di erebeya rîngê de… bi kurtasî kiryarên faşîzma 12'ê Îlonê bi hejmartinê bi dawî nabin.

Kiryarên nû yên dîktatoriya Erdogan jî ji yên 12'ê Îlonê kêmtir nîn in. Berê 'lêdana bixêrhatinê' hebû, niha lêgerîna tazî heye. Kesên ku cezayên wan bi dawî bûne, serbest bernadin, înfazên wan dişewitînin, dermanan nadin nexweşan. Bijîşkên ku sonda Hîpokrat xwariye, raporên sexte çêdikin û dikin ku girtî neyên berdan. Di nava zindanan de zindan çêkirine û pêkanînên keyfî li girtiyan ferz dikin. Ewlehiya girtî û hikumxwarên ku dewlet mecbur e wan biparêze, ji aliyê dewletê ve tê tehdîtkirin. Cenazeyên bi dehan mirovan ji zindanan derketin û her roj ev hejmar zêdetir dibe. Gelek girtiyên nexweş û kal hene ku hin ji wan li ber mirinê ne. Li korîdorên zindanan mirin heye.

Xizmên girtiyan jî ji bo ku balê bikişînin ser vê rewşê nikarin têra xwe denge xwe bidin bihîstin. Jixwe heyf e ku raya giştî têra xwe bala xwe nade ser girtîgehan û girtiyên nexweş û ev mijar têra xwe di rojevê de namîne. Fonksiyona zindanan bi temamî guheriye. Zindan ji bo tirsandina civakê, çavtirsandinê ne û ya herî girîng jî ew kes bi îşkencekirinê, bi ser wan de digirin û di dawiyê de jî îxanetê lê ferz dikin. Ev tişt anîn serê bi deh hezaran Kurdan. Zindan ji bo Kurdan bûne dibistanên akademîk. Hînî gelek tiştan bûn; hunera siyasetê, pratîka berxwedana li wê derê. Hin kes li wir hînî xwendinê bûn. Ya herî girîng jî li wir hîn bûn ku dijmin têk bibin. Zindan bûn navendên mezin ên berxwedanê. Desthilata faşîst a heyî hewl dide bi rêbazên nû yên îşkenceyê careke din encamê wergire.

Rêber Abdullah Ocalan di nava şert û mercên herî giran de tê ragirtin. Sekna wî ya birûmet a li dijî zexta giran a psîkolojîk, tecrîd, tecrîdkirina yekkesî û tecrîda mutleq tê zanîn. Berxwedan û sekna rêber Ocalan gelek tiştan hîn dike. Rêveçûna jiyanê ji bo hemû girtî û hikumxwarên vê dozê gelekî zelal e. Nêzîkatiya dijmin a li Rêbertî jî nîşaneya nêzîkatiya li gel e. Zindan divê bi vî awayî bêne dîtin. Divê wek xwedîderketina li Rêbertî bê dîtin û di asta herî bilind de hesasiyet divê.

Bi hezaran mirov wek rehîneyên siyasî tên ragirtin. Li hemberî qanûnên faşîst ên heyî jî, kiryarên ku nikarin wek sûcdar bên dîtin, bi giranî tên cezakirin. Bi şahidên veşartî yên karaktera wan kêm, bê sûc gelek mirov derdest kirine û di dadgehan de tê dikoşin. 19 sal ceza li Nûdem Dûrak tê birîn ku bi kurdî stran gotibûn. Cezayê 19 salan ji ber stranekê, belkî di cîhanê da yekem e. Dadger bûne fermanberên dîktator, bi talîmatê cezayan didin.

Guman dikin ku dê ceza bi kêr bên. Bi îşkencekirina girtiyan û xistina nava rewşên herî şerm, bi rastî jî xwe rûreş dikin. Dîmenên kesên kal û pîr, nexweş û heta nikarin bimeşin ku bi alîkariya 2 polîsan bi zorê bi rê ve diçin, pêşkêşî çapemeniyê dikin. Nexweşên li ber mirinê, bi ranzeya li nexweşxaneyê ve girê didin. Kesên ku exlaq û wijdanê wan nemaye, dikarin her tiştî bikin.

Heke dibêjin dê zindanan bikin navendên îşkenceyê û girtiyan bi rehabîlîtasyonê dikarin teslîm bigirin, divê li dîroka berxwedana Zindana Amedê binêrin. Pêkanînên dermirovî yên li zindanan tên ferzkirin, ji bo mirovên birûmet ên biryara berxwedanê daye, hîç ne tiştek e. Dîrok bi mînakên vê yên bêhejmar tijî ye. Kadroyên pêşeng ên PKK'ê di wan salên tarî yên 12'ê Îlonê de bi bedenên xwe yên tazî destan nivîsandin û baweriya Zindana Amedê veguherand keleha berxwedanê. Ev çanda berxwedanê pêl bi pêl li hemû zindanan belav kirin. Bi bedenên xwe yên tazî li ber xwe dan, dizanîn li cihê ku dijmin lê serdest e, bi ser bikevin.

Divê mirov nebe temaşevanê tabûtên ku ji zindanan derdikevin. Berxwedêrên zindanan ew kes in ku di serî de ji bo vî gelî berdêl dane. Wezîfeya her kesî ye ku bi girtî û hikumxwaran re di nava piştevaniyê de be, wan hembêz bike û berxwedanê mezin bike. Em mirinên li girtîgehan bi dirûşma 'Berxwedan rê li ber serkeftinê, teslîmiyet rê li ber xiyanetê vedike' rawestînin.