ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-9-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-9-2022`YAN
7 îlon, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star li dar xistiye, di roja 28`an de didome saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Hol a kantona Hesekê li hember berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û bêdengiya civata navneteweyî, xwepêşandin dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

MSD`ê komxebateke diyalogê têkildarî navendîbûn û nasnameya nîştimanî ya giştî li Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê PYD'ê yê Siwêsrayê Can Mûrad got hikumeta Şamê li hemberî gefên li ser yekitî û serdestiya xaka Sûriyê helwestekê nîşan nade û diyar kir ku ne dûr e lihevkirin di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de li dijî Rêveberiya Xweser çêbûbe. (BI WÊNE)

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, Ciwan Siko diyar kir ku Rêveberiya Xweser bûye armanca komployên welatên herêmê yên ku li dijî avakirina rêveberiyeke demokratîk e ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike. Siko li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, banga xurtkirina têkoşînê û kombûna li dor rêveberiyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendekar amadekariyên sala nû ya perwerdeyê dikin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ji sedî 90 amadekariyên sala nû bi dawî kirine da ku zêdetirî 878 hezar xwendekarî pêşwazî bike(BI WÊNE Û DÎMEN).

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarê rojavayê yê Dêrazor Samir El Şemerî û şêniyên taxa Şêxmeqsûd diyar ku yekane rêbaza bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker, xweparastin e got, bi armanca parastina hebûn û destkeftiyên xwe, divê asta têkoşîn û berxwedanê were.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin ku welatparêzî li ser ferd piştgiriya hêzên parêzvanên herêmê û gelê wê û fedekariya ji bo parastina xakê û destkeftiyan, ferz dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Gerînendetiya Hawîrdorê ya Tebqa, Cemal Ebdullatîf xebatên gerînendetiyê di dema bê de eşkere kirin ku dê li ser zêdekirina qadên kesk û xwedîderketina li daran be. Da ku rê li pêşiya diyardeya qirêjbûn û zuhabûnê bê girtin(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

Zindanên li Tirkiyê êdî ji bo armancên cuda tên bikaranîn. Ji pêkanînên li gorî qanûnan wêdetir, veguherîne kampên kuştinê ku bi xefikên hatine çêkirin. Hema hema her roj em nûçeyên nû yên li ser vê mijarê dixwînin û qîrînên xizmên girtiyan dibihîzin. Bi sedemên deraqilane tên cezakirin. Xizmên girtiyan ên diçin serdanê, ji ber ku silavê didin girtiyên din, cezayê qedexeya hevdîtinê li wan tê birîn. Yanî ji bo cezakirinê sedemên pûç peyda dikin.

RAPOR

Piştî salên dirêj ên aramiyê, qada Difa Xerbiye veguherî qadên ku Îsraîl di vê dawiyê de aciz dike, ji ber zêdebûna hejmar û tevgerên şaneyên çekdar ên Filistînê.

Hêzên hikûmeta Şamê sewqiyatên leşkerî şandin bargehên xwe yên li derdora li bajarê Casimê yê bakurê Derayê, ku vê yekê metirsiyên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya muhtemel wekî ya li Tefesê bi xwe re anîn. Rojnamevan û nivîskarê ji Sûriyê Hesen Neyfî vê yekê wekî senaroyekî muhtemel dibîne.