‘Bêyî hêzê tu siberoja ramanên xweşik tune ye’

 Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarê rojavayê Dêrazor Samir El Şemerî û şêniyên taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku yekane rêbaza bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker, xweparastin e û gotin, bi armanca parastina hebûn û destkeftiyên xwe divê asta têkoşîn û berxwedanê were bilindkirin.

‘Bêyî hêzê tu siberoja ramanên xweşik tune ye’
8 îlon, 2022   06:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tengavkirina gelê herêmê û koçberkirina wan êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Li hember wê şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe destnîşan dikin ku berxwedana gel yekane rêbazê bersivdayîna êrişên dewleta Tirk e.

Têkildarî mijarê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El Şemerî diyar kir ku divê gelên herêmê li hemberî rewşa ku herêm tê re derbas dibe û êrişan amade bin.

Samir El Şemerî wiha dewam kir: "Rejîma Tirk her tim hewl dide bi hemû rêbazan projeya biratiya gelan û modela Rêveberiya Xweser têk bibe, hem şerê taybet dimeşîne hem jî balafirên bêmirov bi kar tîne da ku fikrê demokratîk ê li herêmê ji holê rake."

El Şemerî bang li ciwanan kir ku xwe bi pêş bixin û destkeftiyan biparêzin.

'DIVÊ HER KES JI XWE DEST PÊ BIKE'

El Şemerî her wiha got: "Ev modela di pratîkê de pêk hat, bala cîhanê kişand, lewma divê mirov parêzvanên wê bibîne, ji ber ku bêyî hêzê ramanên xweşik wê bê pêşeroj bimîne."

El Şemerî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê her kes ji xwe dest pê bike, da ku em xaka xwe ji kesên ku dixwazin dagir bikin û projeya me têk bibin, biparêzine. Bêyî berxwedana gel û xweparastinê em nikarin xaka xwe biparêzin."

Têkildarî mijarê şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî axivîn.

Welatiyê bi navê Xelîl Heyder Bîlal ku di dirêjahiya 4 salên şer de ji Şêxmeqsûdê derneket, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Berxwedan û parastina rewa rêbazên bersivdayîna êrişan e, tevî derfetên kêm jî me tola xwe ji dijmin rakir."

Bîlal diyar kir ku welatiyan bi piştgiriya hêzên leşkerî di şerê gel ê şoreşgerî de isbata xwe kir û serkeftin pêk anîn û got:"Berxwedana li gorî şerê gel ê şoreşgerî ji êriş û balafirên li dijî me têne bikaranîn xurttir e, lewma teqez ew eê di bicihkirina mafê xweparastina rewa de bi ser bikeve.''

Welatiya bi navê Zeyneb Hisên bal kişand ser girîngiya pêkanîna mafê parastina rewa û şerê gel ê şoreşgerî li hemû herêmên rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên û got: "Divê mîna berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûdê berxwedan were meşandin û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî divê mekanîzmeyên xweparastinê werin bikaranîn.''

Eytan Reşo ku di berxwedana Şêxmeqsûd de cih girt, binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker  ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Eytan Reşo got: "Wek ku em li ser xaka xwe man û ji taxa xwe derneketin û di şerê li dijî dijmin li kêleka hêzên xwe yên leşkerî sekinîn, divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetekê bingeh bigirin û ew ê serkeftin para wan be.''

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qaoW7uMjWGk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>