Li gundewarê Eyn Îsayê ji ber teqîna mayînekê 4 zarok birîndar bûn

Di encama teqîna mayînekê de li gundê Îdqî yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê 4 zarok birîndar bûn.

Li gundewarê Eyn Îsayê ji ber teqîna mayînekê 4 zarok birîndar bûn
7 îlon, 2022   20:35
EYN ÎSA

Mayîneke çeteyên DAIŞ`ê vê êvarê li gundê Îdqî yê rojvayê Eyn Îdayê teqiya, di encamê de 4 zarok birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, zarokên birîndar ev in; Casim Xalid El Hiwês (10) ling û destê wî hatin qutkirin û rewşa wî giran e, Fewaz Xalid (6) rewşa wî kirîtîk e, Fatme Xalid (8) û Zeyneb Xalid (3) di lingê xwe de birîndar e. Zarok li nexweşxaneya Kobanê tên dermankirin.

ANHA