​​​​​​​Partiyên siyasî: Tirkiye dixwaze ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser şirîkan ji xwe re çêke

Partî û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku dagirkeriya Tirk hewl dide hikumeta Şamê bike şirîkê xwe yê têkbirina destkeftiyên gelên herêmê û tesfiyekirina Rêveberiya Xweser. Her wiha destnîşan kirin ku divê gelê Sûriyê li hember plan û siyasetên qirêj ên Tirkiyê xwedî yek helwestê be.

​​​​​​​Partiyên siyasî: Tirkiye dixwaze ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser şirîkan ji xwe re çêke
7 îlon, 2022   18:16
QAMIŞLO

Ji bo nîqaşkirina armancên êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xetereyên nêzbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi koordîneya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebeta diyalogê li Qamişlo li dar xist.

Komxebat bi dirûşma Gefên Tirkiyê û zivirîna erdoganî ber bi Şamê ve, li hola Zana dest pê kir. tê de nûnerên partî û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên kurd, ereb û suryan, tevger û rêxistinên civakî, sivîl, jinan û hiqûqnas, malbatên şehîdan û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hazir bûn,

Di komxebatê de, du mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Ya yekê bi navnîşan Bandora nêzbûna tirkî ji Şamê re li ser gelê Sûriyê ku ji aiyê endamê Desteya Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn ve hat birêvebirin. Mijara duyem bi navnîşan alîkarîxwestina Tirkiyê ji Şamê, bandora wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li se rasta kurdî û sûrî bi giştî çi tê xwestin ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ve hat birêvebirin.

BERDEWAMKIRINA PROJEYA GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Komxebatê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre di beşê yekemîn de endamê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn semîner da.

Elî Rehmûn bal kişand ser planên nû yên dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka Sûriyê û got: “Niha Tirkiye hewl died armancên xwe bi rêya stratejiyeke nû pêk bîne, ew jî hewldana lihevkirina bi rejîma Sûriyê re ye ji bo projeya guhertina demografîk temam bike û tecrûbeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Ji ber ku tecrûbeyeke demokratîk û altirnatîfa rejîma Sûriyê ye.”

Rehmûn wiha pê de çû: “Hebûna rêveberiyên demokratîk bi berjewendiyên Tirkiyê û rejîmê re li hev nayê. Em baş dizanin ku Tirkiye girtîngtirîn welatên herêmî ye yên dest li Sûriyê werdane. Erdogan niha hewl dide di hilbijartinên pêş de raya giştî ya Tirkiyê bi aliyê xwe ve bikişîne.”

LIHEVKIRINA LI DIJÎ HER STATUYEKE KU MAFÊN KURDAN DIPARÊZE YE

Di beşê duyemîn de jî, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd semînerek da. Tê de amaje bi siyaseta dijber a dewleta Tirk li dijî Kurdan di dirêjahiya dîrokê de meşandiye kir û got: “Dewleta Tirk ji berê de bi hemû rêbazan hewl da li dijî Kurdan şirîkan ji xwe re çêke, hemû serhildanên Kurdan têk bibe. Niha jî hewl dide bi heman stratejiyê Rêveberiya Xweser têk bibe.”

Çiya Kurd wiha dirêjî da axaftina xwe: “Peymana Edene ku Tirkiyê îdia dike ku ew li dijî aliyekî yan hêzeke siyasî bi tenê ye, di rastiyê de ew li dijî tevahî Kurdan û dijî her statuyeke siyasî ku mafên Kurdan diparêze ye.”

Çiya Kurd her wiha daxuyand ku destwerdana dewleta Tirk di aloziya Sûriyê de li ser esasê tayîfî û mezhebî li dijî Sûriyê û ji bo parçekirina xaka wê bû.

JI BO DERBKIRINA DESTKEFTIYÊN RÊVEBERIYA XWERSER BAZARAN DAWÎ DIKE

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser plan û armancên Tirkiyê ji lihevkirina bi hikumeta Şamê re û got: “Niha dewleta Tirk bazara dawî dike, ji bo ku destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên Kurdan di nav de têk bibe, Rêveberiya Xweser tesfiye bike, penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê vegerîne û şerê li dijî gelan û bi taybet li dijî Kurdan dijwartir bike. Bi van armancan dixwaze lihevkirinan bi Şamê re çêbike û wê bike şirîkê xwe li dijî Rêveberiya Xweser û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dixwaze Şamê bi vegerandina penaberên sûrî îqna bike.”

Çiya Kurd tekez kir ku pêkanîna van armancan ne hêsan e û wiha pê de çû: “Lihevkirina wê bi rejîma Sûriyê re veguheriye pirsgirêkeke cîhanî. Niha hêz û welatên Ereban ên têkildarî dosyaya Sûriyê jî hene. Gelek astengî li pêş siyaseta Tirkiyê hene. Ev ji helwesta Koaslîyona Navneteweyî, welatên Ereban, hêzên opozîsyonê û rjeîma Sûriyê xuya ye. Diyar e ku tu encamên siyasî û dîplomatîk bi dest nexistine. Lê bêguman, lihevkirinên îstixbaratî hene ku ruxmî destwerdana neyînî ya dewleta Tirk li Sûriyê jî nehatine rawestandin.”

HELWESTEKE HEVPAR LI DIJÎ SIYASETÊN QIRÊJ ÊN DEWLETA TIRK DIVÊ

Çiyar Kurd di dewama nirxandina xwe de tekez kir ku di vê qonaxa heyî de divê gelê Sûriyê li hember planên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwesteke hevpar be û got: “Divê gelên herêmê ji bo parastina destkeftiyên xwe yekdest bin. Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokartîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn destkeftiyên nîştimanî yên hemû sûriyan in, ji lew re divê hemû sûrî bi tevahî pêkhateyên xwe li dor destkeftiyên xwe kom bibin.”

Çiyar Kurd her wiha diyar kir ku divê eniya kurdî li dijî siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hevgirtî be û wiha domand: “Heta niha hevkariya bi dewleta Tirk re, Kurd bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû hiştine. Eger helwesteke hevpar li dijî dewleta Tirk hebe, em ê karibin bigihêjin yekitiyê.”

Çiya Kurd wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser dê hemû pêdiviyan pêşkêşî gelên herêmê bike, divê planeke stratejîk deyne da ku wê yekê li gorî derfetên xwe pêk bîne. Ruxmî hemû astengiyan jî, Rêveberiya Xweser hîna hêvî û baweriya hemû Sûriyan e.”

Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdarên komxebatê hat vekirin. Beşdaran tekez kir ku projeya Rêveberiya Xweser çareya herî guncaw a aloziya Sûriyê û hêviya hemû sûriyan e. Her wiha diyar kirin ku çi lihevkirineke di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de, dê li ser hesabê gelê Sûriyê be.

ANHA