Li Helebê ji ber hilweşîna avahiyeke 5 qatan kesek jiyana xwe ji dest da

Li taxa Ferdûs a Helebê ji ber hilweşîna avahiyeke 5 qatan kesek jiyana xwe ji dest da û 2 zarok birîndar bûn.

Li Helebê ji ber hilweşîna avahiyeke 5 qatan kesek jiyana xwe ji dest da
7 îlon, 2022   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên xwecih, ragihandin ku li taxa Ferdûs a Helebê avahiyeke 5 qatan bi temamî hilweşiya. Di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.

Her wiha diyar kirin ku aliyên têkildar, xebatên lêgerînê di bin kavilan de didomînin.

ANHA