Can Mûrad: Têkiliyên Sûriye û dewleta Tirk li ser sînorên Kurdistanê tên diyarkirin

Endamê PYD'ê yê Siwêsrayê Can Mûrad got hikumeta Şamê li hemberî gefên li ser yekitî û serdestiya xaka Sûriyê helwestekê nîşan nade û diyar kir ku ne dûr e lihevkirin di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de li dijî Rêveberiya Xweser çêbûbe.

Can Mûrad: Têkiliyên Sûriye û dewleta Tirk li ser sînorên Kurdistanê tên diyarkirin
8 îlon, 2022   03:24
HESEKÊ

Li gel êrişên bejahî û heweayî yên dewleta Tirk a dagirker ên ser Sûriyê û binpêkirina serdestiya wê, hikumeta Şamê bê deng e û ziyanên xwe yên madî û mirovî vedişêre.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Sûriyê zêde dike da ku wê ji niştecihên resen vala be û dagir bike. Di êrişan de hêzên hikumeta Şamê yên li ser sînorê siyasî yên Tirkiye-Sûriyê jî dike hedef, lê hikumeta Şamê bê bersiv dimîne.

Di meha Tebaxa borî de, di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de de 27 welatî şehîd bûn.

Her wiha nuqteyên Îranê yên li Sûriyê bi moşekan ji aliyê Îsraîlê ve tên hedefkirin. Ji destpêka îsal ve Îsraîlê 21 carî xaka Sûriyê kiriye hedef û li 65 cihan xistiye û bi dehan kuştî û birîndar çêbûne.

Têkildarî mijarê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Siwêsreyê Can Mûrad ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku ji salan ve serdestiya Sûriyê bi van gotinan tê şîrovekirin, lê dibe ku ser erdê pêk nayê: "Di dem û cihên guncaw de dê mafê bersivdayînê were dayîn."

Mûrad wiha axivî: "Êdî desthilata têkildarî xwe ji van gotinan derxist û daxuyaniyên din dibe, mîna 'pergala parastina hewayî bersivên êrişên dijber ên li asîmanê Sûriyê dide'. Lê di demeke kin de xwe di tengasiyeke giran de dît piştî ku asîmanê Sûriyê li ber balafirên şer vebû, hema hema bi êrişên rojane dişibe dewleteke têkçûyî û bêserwerî.''

Mûrad wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hikumeta Şamê di bêdengiya wê ya li hember êrişên dubare yên dewleta Tirk de, tu siyaset û bi her awayî berjewendiya nîştimanî ya herî bilind nîn e."

Mûrad diyar kir ku ew mîna teslîmbûna ji wan qaîdeyan re ye ku ew wiha bi nav kirin: "Qayîdeyên tevlêbûnê yên ku bi hêza hesin û agir hatine xêzkirin, wekî rewşa ku ji hêla Israîlê ve tê ferzkirin an jî yên ku li Edeneyê heta Himêmîm bi peymanên nepenî yên şerm û nebaş hatin danîn ku hebûna kurdan li herdu aliyên sînor dikin hedef.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi bombebarana hewayî û bejayî, piştî civîna sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê ku li Tehranê di 19’ê Tîrmehê de pêk hat, zêde bûn.

Can Mûrad her wiha got: "Di her qonaxeke leşkerî, siyasî û aborî de, sînorên bakur û rojavayê Kurdistanê faktora sereke bû ku peywendiyên hevbeş di navbera Sûriyê û Tirkiyê de diyar dikirin. Avakirina xweseriya Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hişt ku dijmin bibin hevalbend."

Mûrad bal kişand ser vê yekê ku bêdengiya hikumeta Şamê li hember terora dewleta Tirk a li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne tiştekî ecêb e, ji ber ku bi her êrişekê re bêdengiya herêmî û navneteweyî jî heye û wiha domand: "Artêşa Sûriyê car bi car îsbat kiriye ku nikare serwerî, yekparçeyiya axa Sûriyê û nikare armanc û berjewendiyên gelê Sûriyê biparêze, berevajî tiştên ku di madeya 11'an a Destûra Sûriyê de hatiye diyarkirin.

Can Mûrad da zanîn ku siyaseta hikumeta Şamê ya ji bo veşartina ziyanên mirovî û madî yên ji ber êrişên derve û bi taybetî yên Îsraîlê, tiştekî naskirî ye û tişta cesaretê dide hikumeta Şamê ku heman siyasetê bi êrişên dewleta Tirk re pêk bîne, axaftina Recep Tayyîp Erdogan a li ser "vegerandina têkiliyan bi rêjîma Sûriyê re" ye.

Mûrad destnîşan kir ku hêzên ji Şamê ji bo rûbirûbûna gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine şandin, beşdarî dorpêçkirina dewleta Tirk a li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dibin û hewl didin Rêveberiya Xweser têk bibin.

Mûrad bal kişand ser Lihevkirina Edeneyê û diyar kir ku her du alî li dijî Tevgera Rizgariya Kurd gihaştin hevkariyeke stratejik.

Dewleta dagirker bi hinceta parastina "ewlehiya xwe ya neteweyî" ji bo li dijî Kurdan, bi peymanên ku bi hikumeta Şamê re îmze kiribûn, daxwazên xwe li axa Sûriyê berfireh kir. Di sala 1998’an de, Tirkiyê bi Sûriyê re Lihevkirina Edeneyê îmze kir û bi vê peymanê rê da dewleta Tirk a dagirker ku heta 5 km’ayn bikeve nav axa Sûriyê.

Li gorî tiştên ku îro diqewimin, hiştiye ku dewleta Tirk a dagirker xaka Sûriyê bi kûrahiya 45 km bike armanc û li gorî rastiyên li ser erdê, tevî hebûna hêzên hikumeta Şamê li ser sînor û hêzên Rûsya û Amerîkayê li herêmê, Lihevkirina Edeneyê tê berfirehkirin.

Di 18'ê Tebaxa derbasbûyî de, balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk dagirker navendeke perwerdeya zarokên keç a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li gundê Şemoka ku bi qasî 45 km dûrî sînorê siyasî yê Sûriyê û Tirkiyê ye, bombebaran kir û di encamê de 5 zarokên keç şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

'ÊRIŞ Û DESTWERDANA DEWLETA TIRK DÊ NESEKININ'

Can Mûrad amaje bi hin helwestan kir ku hikumeta Şamê berpirsyariyên xwe yên der barê serweriya xaka Sûriyê de bi cih neaniye û wiha got: "Di sala 2018’an de û di dema êrişên dewleta Tirk ên li ser bajarê Efrînê de, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê bi eşkereyî bang li Şamê kirin ku parastina xaka Sûriyê bike û dewleta Tirk paşve bixe, lê bê feyde bû. Her wiha bangewaziyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di heman bangê de ji artêşa Sûriyê re ku di sala 2019'an de li dijî terora Tirk li dijî xelkê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî destwerdanê bike, lê dîsa jî neliviya û guh neda van bangan."

Mûrad axaftina xwe wiha domand: "Têgihiştinên herêmî û navneteweyî îtîrafeke nerasterast e ji bo berdewamiya desthilatdariya Şamê, nemaze bi dûrxistina ti çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê, ji ber ku ji bilî projeya Rêveberiya Xweser ku hikumeta Şamê û Enqerê wek metirsiya herî mezin li ser "ewlehiya xwe ya neteweyî" dibînin, ti tişt nîne ku gefê li hilweşandina dîktatoriya wê ya zordest bike."

Endamê PYD'ê Can Mûrad her wiha bal kişan ser van mijaran jî: "Heta ku armanca wan êrişan ne hilweşandina wê be, hikumeta Şamê dê bêdeng bimîne, çi li eniya Tirkiyê û çi jî li aliyê Îsraîlê. Heya ku dewleta Tirk xwe wek tivingekê li hember hêzên Kurdistanî nîşan dide, ew êriş û destdirêjiyên wê li vir ranawestin, dê wan derbas bike û axeke zêdetir a Sûriyê dagir bike. Tişta ku rejîma Sûriyê û Tirkiyê li hev dicivîne ji ya ku wan ji hev cuda dike pir zêdetir e."

(hs)

ANHA