Şêniyên kantona Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Silava Remedan re xwest

Bi sedan şêniyên kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji malbata şehîd Silava Remedan re xwestin û destnîşan kirin ku ew ê heta derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê û pêkanîna armancên Şoreşa 19’ê Tîrmehê têkoşîna xwe bidomînin.

Şêniyên kantona Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Silava Remedan re xwest
Şêniyên kantona Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Silava Remedan re xwest
Şêniyên kantona Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Silava Remedan re xwest
Şêniyên kantona Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Silava Remedan re xwest
Şêniyên kantona Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Silava Remedan re xwest
7 îlon, 2022   14:27
HESEKÊ

Sibeha îro bi sedan şêniyên kantona Hesekê; Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê berê xwe tev li merasîma sersaxiyê ya şehdî Silava Remadan bûn

Silava Remedan di 1’ê Îlonê de ji ber birînên xwe yên giran di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk di 18’ê Tebaxê de li dijî navendeke perwerdeyê li rojavayê Hesekê de, şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ve li pêşiya mala şehîd a li taxa rojava ya navçeyê, ji bo pêşwazîkirina şêniyên kantonê û şandeyên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî û partiyên siyasî, hat vegirtin.

/ar/uploads/files/2022/09/07/131830_mhmd-alkhtyb.webp

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Mihemed El Xetîb wiha axivî: “Em ji malbata şehîd Silava û malbatên hevalên wê yên ku şehîd bûne re sersaxiyê dixwazin.”

El Xetîb wiha zêde kir: “Dijmin li dijî gelê me yê bêsûc êrişan pêk tîne û welatiyan dikuje, lê ew nikare me ji xaka welatê me dûr bixe, bi îradeya gelê xwe em ê li ber xwe bidin û rê nadin dijmin ku xaka me dagir bike.”

El Xetîb bang li beşdaran kir û got: “Bila em li hember dijmin bibin yek, wê demê ew nikare me têk bibe, em piştgiriyê hêzên xwe bikin û li ber xwe didin. Heta pêkanîna armancên Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê xebatên xwe bidomînin.”

/ar/uploads/files/2022/09/07/131845_aazad-rmdhan-.webp

Her wiha, bavê şehîd Silava Remedan, Azad Remedan destnîşan kir ku ew û malbata xwe dê li ser şopa şehîdan bin û destkeftiyên wan biparêzin.

(mh)

ANHA