Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê `nêzbûna dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê` nîqaş kir

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê bi dirûşma “Dosya nêzbûna Tirkiyê û hikumeta Sûriyê” komxebatek li dar xist û tê de ev dosya, nîşaneyên pêvajoya bê û encamên bûyerên di vê pêvajoyê de rû didin li ser hebûna projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser û çarenûsa gelê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê `nêzbûna dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê` nîqaş kir
7 îlon, 2022   14:07
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Der barê nêzbûna Tirkiyê û hikumeta Şamê, planên wan ên ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye de, Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) komxebatek bi navnîşan “Dosya nêzbûna Tirkiyê û hikumeta Sûriyê” li dar xist.

Komxebat li hola civînan a MSD`ê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket. Tê de saziyên sivîl, partî û kesayetên serbixwe beşdar bûn.

Di komxebatê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Ehmed El Leban axivî û sedema sereke ya nêzbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê şîrove kir.

El Leban daxuyand ku aliyên Soçiyê li ser hesabê aliyê ku xwedî çareseriyeke giştî ya aloziyê ye li hev kir, ji ber wê dewleta Tirk hewl dide têkiliyan bi Şamê re normalîze bike.

El Leban wiha domand: “Pêşketina projeya Rêveberiya Xweser û dîtina çareseriyeke bingehîn ji aloziyê re, piştgiriya binesaziya fikrî, civakî û aborî ya civakê, hişt aliyên di Sûriyê de çalak in li ser sînordarkirina vê projeyê li hev bikin. Ji ber li ser hêvî û projeyên wan xetere ye. Di encamê de bi erêkirina hemû aliyan, ji nû ve sazûmaniya nêzbûnê di navbera Şam û Enqereyê de hat sazkirin.”

NÊZBÛN PLANEKE KIRÊT E

El Leban armancên vê nêzbûnê wiha eşkere kirin: “Ew armanc dikin projeya demokratîk a li herêmê tune bikin. Em dixwazin di vê komxebatê de, xalên bingehîn ên vê dosyayê nîqaş bikin ku nîşaneyên pêvajoya bê xêz bikin, bandorên li ser hebûna projeya demokratîk a li herêmê anku Rêveberiya Xweser û çarenûsa gelê Sûriyê, rêbaz û ihtîmalên siyasî û leşkerî yên heyî diyar bikin da ku li hember xetereyan bisekinin.”

PLANA RÛSYA

Der barê mijarê û cidîbûna nêzbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk, sedem û bandorên wê li ser projeya Rêveberiya Xweser de kesayeta serbixwe Ebdulezîz Hemdûş got: “Di destpêka 2016`an de, gotegot li ser hebûna projeya destûreke Sûriyê bi navê Sergy Lavron hebû ku tê de bi mafên kurdan îtîraf tê kirin.”

Hemdûş wiha domand: “Sibata 2015`an YPG`ê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê derbasî Til Rifetê bû, li beramber wê dewleta Tirk piştgiriya Artêşa Azad kir. Bi vê yekê Rûsya, dewleta Tirk kişand listika xwe.”

Hemdûş ev li gotinên xwe zêde kir: “Rûsya bi rêya wê xwest peyamekê bide dewleta Tirk ku; Ez piştgiriya kurdan dikin, projeya destûrekê li cem min heye, ji mafê min e ku li Sûriyê bin. Di encamê de Erdogan ji niyetên xwe yên dagirkirin gelek herêmên Sûriyê vekişiya.”

HEMÛ LIHEVKIRIN LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER IN

Di dawiyê de Hemdûş diyar kir ku planeke diyar di lihevkirina Tehranê de heye ku li dijî Rêveberiya Xweser e û got: “Rûsya dixwaze hebûna hemû hêzên li ser axa Sûriyê sînordar bike di nav de Amerîka jî heye. Ji ber wê topbarana Îsraîlê li ser nuqteyên leşkerî yên Îranê li Sûriyê paşguh dike.”

Endamê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Mirî El Şiblî axivî û salvegera 4`an a damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir û got: “Ev roj rojeke dîrokî ye ji bo gelê Sûriyê. Rêveberiya Xweser bi rêya destkeftiyên ku bi dest xistine, îsbat kir ku çareseriya herî guncew a aloziyê ye.”

El Şiblî îşaret bi hewldan û armancên nêzbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê kir û got: “Hikumeta Şamê nekarî aloziya li welêt çaresre bike û li hember dewleta Tirk jî nesekinî. Ji ber wê li ser têkbirina projeya Rêveberiya Xweser li hev kirin ku kilîta bidawîkirina aloziyê ye.”

GELÊ SÛRIYÊ QURBAN E

El Şibî destnîşan kir ku encamên vê nêzbûnê ne baş in û dê gelê Sûriyê qurbanê wê be, dê DAIŞ çalaktir bibe ji xwe ev daxwaza wan a bingehîn e.

El Şiblî di dawiyê de bang li diyalogê kir û got: “Tenê bi diyalgolê, çarenûsa gelê Sûriyê diyar dibe. Divê Rêveberiy Xweser di serî van diyalogan de be. Ji ber ku xwedî fikrekî girîng e ku dê gelê Sûriyê ji tehlukeyê xilas bike.”

ANHA