​​​​​​​Tevgera Azadî: PDK xiyaneteke mezin  dike

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) got: “Çend car in PDK bi eşkere tevlî şerê li dijî gerîlayên azadiyê dibe û hevkariya dewleta Tirk dike. Ev kar xiyanetek mezin ê nîştimanî û neteweyî ye.''

​​​​​​​Tevgera Azadî: PDK xiyaneteke mezin  dike
7 îlon, 2022   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) têkildarî hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)  ya bi dewleta Tirk re û li pêşiya gerîlayên azadiyê danîna kemînan û rasterast tevlîbûna şerê li dijî gerîla daxuyanî da.

Tevgera Azadî diyar ku ev çend care PDK bi eşkere û li ber çavê her kesê rasterast tev li şerê li dijî gerîlayên azadiyê dibe ku têde xwîna gerîla dirêje û piralî alîkariya dewleta Tir a dagirker dike û wiha tê gotin: “Ev kar xiyanetek mezin ê nîştimanî û neteweyî ye. Ji bo careke din şerê Kurd bi Kurd çêbibe ku xwesteka dagirkerane rêxweşkere. Em li dijî xwînrijandina Kurdan a bi destê Kurdanîn. Ji ber ku dagirkeran sûdmenên yekem in. Dawîbûna şerê Kurd bi Kurd timî xwesteka me bû ku Kurd yekîtiya neteweyî pêk bînin û li her parçeyên Kurdistanê piştgiriya hev bikin û hêz bidin hevdû, ne dagirkeran bihêz bikin.”

Tevgera Azadî destnîşan kir ku PDK sûdê herî mezin dide dijmin û wiha didome: “Bi navê Kurdayetiyê de, tenê pîşeya wê bûye Kurd kuştin, girtina azadîxwazan. Bi van sûcên xwe dixwaze PKK’ê bêxe nava şerekî navxweyî yê xerab ku sedan sale Kurd ji ber lawaz bûye û berdewam bûye sedema şikandinê. Şehîdkirina dehan zarokên Kurd bi destê Kurdan, li Xelîfan û derdora çend caran danîna kemînê, sûceke ku ti hîncetên wê nîne. Divê gelê me PDK’ê şermezar bikin ku di hemû qonaxên dîrokê de bûye pêşengê leşkerên dagirkeran û destê wê ketiye nava xwîna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de.

PDK niha bi awayek metirsîdar destê xwe xistine destê faşîzma Tirkiyeya dagirker. Ji derveyî vê jî xwîna gerîla dirêje. Bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge de bi kepçe û bûldozeran li çiyayên Kurdistanê ji bo karê leşkerî û dagirkeriya Tirk hêsan bike rê çêdike.”

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) di dawiya daxuyaniya xwe bang li hemû gelê Kurd û azadîxwazan kir ku li hundirê Kurdistanê û li he cihê cîhanê bi her riyekê tevlî rawestandina rijandina xwîna Kurd a bi destê Kurd û şermezarkirina sûdên mezin ên PDK’ê bibin.