​​​​​​​Rêxistinên jinan êrişa li ser zarok û jinan şermezar kir

Rêxistinên jinan ên Hesekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarok û jinan şermezar kirin û bang li tevgerên parastina mafên mirovan kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin û têkildarî wê dest bi lêpirsînê bikin.

​​​​​​​Rêxistinên jinan êrişa li ser zarok û jinan şermezar kir
7 îlon, 2022   13:01
HESEKÊ

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi hevkariya Konrgra Star îro bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina navenda perwerdeyê yên zarokan li gundê Şemoka yê Til Temirê ku tenê 2 kîlometreyan dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye û NY`yê çavdêriya wê dike, şermezar kir.

Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser dibistanê de 5 zarokên keçîn şehîd bûn û 10 kesên din birîndar bûn.

Rêxistina Sara di daxuyaniyê de got hîn jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ne û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û hemû cureyên çekan ên di qada navneteweyî de qedexe ne, zarok û jinan qetil dike ev jî qanûnên navneteweyî binpê dike."

Endama rêveberiyê Fereh Mihemed bi beşdariya bi dehan endamên Kongra Star û partiyên siyasî daxuyanî xwend. Beşdaran wêneyên zarokên şehîd bûne, rakirin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, aliyên peywendîdar û Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku êrişên li ser herêmê bi dawî bikin û têkildarî sûcên dewleta Tirk lêpirsînê vekin.

(eh)

ANHA