Şêniyên Til Temirê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên navçeya Til Temirê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek kir. Di xwepêşandanê de banga rawestandina dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê û rawestandina êrişên dewleta Tirk kirin.

Şêniyên Til Temirê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
7 îlon, 2022   11:01
HESEKÊ

Koordînasyona Kongra Star tevî Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, ji bo şermezarkirina hedefgirtina navendên perwerdeyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve xwepêşandanek li dar xist. Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên navçeyê beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li kolanên sereke yên navçeyê geriya. Piştî xwepêşandan rawestiya, endama Kongra Star Buşra Îsa daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha ye: "Di van demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker hemû pîvanên mirovî, nirx û prensîbên mafên kom û kesan binpê kirine û guh nade rêgezên Neteweyên Yekbûyî (NY). Tişta ku dewleta Tirk a dagirker dike, heman polîtîkayên dewleta Osmanî ne ku di dawiya serdema xwe ya qirker de, komkujî û qirkirin li dijî gelên herêmê û Kurd û Ereban pêk dianîn.

Em hemû kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê me û bi taybetî sûcên hovane yên li dijî jinên têkoşer, şervanên jin û aktîvîstên siyasî şermezar dikin. Ji ber ku jinan di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de nûnertiya jinan û civakê kir.

Rûsya û Amerîka di sala 2019'an de bi dewleta Tirk re peymana agirbestê îmze kiribû, em bang li wan dikin ku bi rêya van peymanan wê neçar bikin ku sûcên xwe rawestîne û dawî li polîtîkayên xwe yên qirkirinê bîne. Her wiha em bang li NY'yê û civata navneteweyî dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk û destwerdana wê ya eşkere di kar û barên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û destdirêjiya li ser serweriya wê de bînin."

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

(hs)

ANHA