Di bernameya taybet a ANHA’yê de dê xetereya DAIŞ'ê û têkiliyên wê yên bi dewleta Tirk re bên nirxandin

Serokê Platforma Alam a Kurdî Yûnis Behrem di bernameya taybet a ajansa me de behsa xetereya DAIŞ'ê, desteka ku dewleta Tirk dide şaneyên veşartî û xemsariya civata navneteweyî ya li hemberî dosyaya DAIŞ'ê dike.

Di bernameya taybet a ANHA’yê de dê xetereya DAIŞ'ê û têkiliyên wê yên bi dewleta Tirk re bên nirxandin
7 îlon, 2022   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê ku 25'ê Tebaxa borî li kampa Holê dest pê kir, dewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPJ û YPG di xebatên lêgerînê de gelek navendên perwerdekirina zarokan li ser fikirên tundraw ên DAIŞ'ê dîtin û endamên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê girtin, her wiha gelek çek, cebilxane û belgeyên taybet ên çeteyan desteser kirin.

Serokê Platforma Alam a Kurdî Yûnis Behrem di bernameya taybet a ajansa me de ku îro saet di 19:00'an de dê were weşandin, xetereya DAIŞ’ê, hewldanên ji nû ve birêxistinkirina wê, berpirsyarên civata navneteweyî û desteka ku dide şaneyên DAIŞ'ê dê binirxîne.

Bername dikare li ser van lînkan bê şopandin:

https://www.facebook.com/hawarnews

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg